Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 100’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûr, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî di roja xwe ya 508’emîn de bi dewirgirtina koma 100’emîn didome.
Mexmûr- Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî di roja xwe ya 508’emîn de bi dewirgirtina koma 100’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 99’emîn Hêlîm Îşlek axivî.
Helîm Îşlek, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek gelê Kurd deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha axivî: “Çalakiya Nobetê ya li wargehê bi biryardarî didome. Em wek gelê Kurd deyndarê Rêber Apo ne. Em ji bo Rêber Apo çî bikin kêm e. Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çî ji me were xwestin em ê pêkbînin. Em ê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin. Tecrîdek giran li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin.”
Hêlîm Îşlek, di dawiya axaftina xwe de da zanîn heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 100’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.