Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 401’emîn de bi dewirgirtina koma 79’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 401’emîn de bi dewirgirtina koma 79'emîn bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 78’emîn Nihal Bilen axivî.

Nihal Bilen, balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev 42 meh in bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê standin. Tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Em wek gelê wargeha Mexmûrê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya xwe didomînin. Em ê wek ciwan, jin û gelê Mexmûrê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîna xwe bidomînin û bilindtir bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 79’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.