Li Mexmûrê 2’emîn pêşbirka lîstokên gelêrî hat lidarxistin
Bi pêşengiya Tevgera TEV-ÇAND û Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê 2’emîn pêşbirka lîstokên gelêrî hat lidarxistin.

Mexmûr – Dibin pêşengtiya Tevgera TEV-ÇAND û Tevgera Ciwan û Jinên Ciwanên ên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de 2’emîn pêşbirka lîstokên gelêrî hat lidarxistin. Pêşbirkên ku wê du şevan berdewam bike, îşev li Parka Şehîd Aryen Cudî hat destpêkirin. Pêşbirk diyarî têkoşera Tevgera Azadiyê cangorî Pîran Suweyda hat kirin.
Di pêşbirkê de wê lîstokên wek; dengbêjî, birre, şelîtkêşan, kêlanê, hovegirinê, şek û pil bêne lîstin. Îşev pêşbirk bi lîstokên şelîtkêşan, kêlanê û birre hat destpêkirin û bi coşeke mezin hatin lîstin.
Her wiha sibe jî wê ev lîstok berdewam bikin.