Li Meksîkayê di nava salek de ji hezarî zêdetir jin hatin qetilkirin

Li Meksîkayê di nava salekê de ji hezarî zêdetir jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li vî welatî bûyerên şîdetê her ku diçe zêdetir dibin û ji serê salê ve heta niha 7 rojnamevan hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên Parastina Sîstema Sekreteryaya neteweya giştî ya Meksîkayê aşkera kiriye, li welat ji 1’ê Çileya 2021’ê heta 31’ê Kanûna 2021’ê hezar û çar jin di encama şîdetê de hatine qetilkirin. Li gorî raporê ji sala 2015’an ve qetilkirina jinan gihîştiye asta herî jor, tevî vekirina dozan û cezayên herî bilind jî şîdet her sala ku diçe zêdetir dibe. Di sala 2020’an de 978 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin, di sala 2021’ê de jî di rojê de 10 jin di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest didin. Pispor didin diyarkirin ku bi taybetî di dema pandemiya covîd-19 de di dema derneketinê de ji bo jinan jiyan zehmetir bûye.  
Ji serê salê ve heta niha 7 rojnameger hatine kuştin
Li Meksîkayê rêjeya şîdetê her roja ku diçe zêde dibe, di heman demê de şîdeta li hemberî rojnamevanan jî zêde bûye. Ji serê salê ve heta niha li welat 7 rojnamevan hatin kuştin. Herî dawî jina rojnamevan a bi navê Lourdes Maldonado Lopes di nava wesayîdê de bi guleyan qetilkirî hat dîtin.
Lourdes di salên 1990’an de li Tijuanan weke nuçegihana Meksîkî kar kir, piştre di gelek medyayan de weke rojnamevan kar kiriye. Di nava van ji sala 2019’an heta sala 2021’ê di nava waliyê Baja California yê bi navê Jaime Bonilla di avakirina medyaya Primer Sistema de Noticias (PSN) de cihê xwe girt. Ji ber Lourdes bi kêfî ji kar hatibû derxistin der barê PSN’ê de doz vekir û beriya ku were qetilkirin çend rojan ev doz bi ser xistibû. Li gorî agahiyan wê rojnamevanê di vîdyoyek de dabû diyarkirin ku jiyana wê di metirsiyê de ye û ji serokomar Andres Manuel Lopez Obrador alîkarî xwestibû. 
Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Mirovan ji destpêka sala 2000’ê heta niha 100 rojnamevan hatine kuştin.
Werger: JINHA