Li Mekkeyê ji ber germahiyê zêdeyî 577 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li Mekkeyê di dema serdana hecê de ji ber nexweşî û germahiya zêde 577 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 Navenda Nûçeyan-Li gorî nûçeya AFP’ê, yek ji dîplomatên Ereb ragihand ku ji bilî heciyekî di nava qelebalixiyê de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, hemû heciyên jiyana xwe ji dest dan ji ber nexweşiyên ji germa zêde bû.

Rayedarên Misrî diyar kirin ku di serdana hecê de 323 heciyên Misrî mirin. Li gorî dîplomatan herî kêm 60 Urdunî mirin. Ammanê beriya niha diyar kiribû ku 41 kes mirine.

AFP’ê diyar kir ku ji welatên cuda bi giştî 577 kesên çûn hecê jiyana xwe ji dest dan.

Dîplomatan ragihandin ku 550 cenaze birin yek ji morgên herî mezin ên li Mekkeyê.

Li gorî rayedarên Siûdî îsal 1.8 milyon mirov çûn hecê.

Tûnis, Endonezya, Îran û Senegalê jî ragihandin ku heciyên wan jiyana xwe ji dest dane.