Li Lubnanê rewşa kesên xwedî pêdîviyên taybet hat nîqaşkirin
Jinên ku beşdarî kongreya sêyemîn a Sendîkaya Derûnnasan li Lubnanê bûne diyar kirin ku balê dikşînin ser komên paşguhkirî û gotin: "Divê ev kom û kesên xwedî pêdîviyên taybet di nava civakan de mafên wan bên naskirin."

SÛZAN EBÛ SEÎD
Beyrût – Sendîkaya Derûnnasan li Lubnanê kongreya xwe ya 3'emîn di bin diruşmeya "Komên paşguhkirî, rastî û xeyal" bi beşdariya zêdeyî 500 psîkoterapîstên jin û mêr li seranserî Lubnanê, di bin sîwana Wezîra Karûbarên Civakîn Henîn El-Seyid de hate li dar xistin. Kongra ser 4 xalan hate dabeşkirin.
Di kongreyê de beşdaran li ser rastî û armancên komên paşguhkirî di nav şert û mercên ku ew pê re rûbirû dimînin de, nîqaş kirin. Armanc jê destnîşankirina çareserî û destwerdanên ku dikarin rewşa wan baştir bikin.
Benda yekem ji kongreyê li ser piştevaniya kesên mezin ji nirxandin heta lênirînê. Benda duyem li ser nexweşiyên pêşketinê û yên derûnî, pirsgirêkên etîkî û psîkolojîk. Benda sêyem ser pirsgirêkên tendrustiya derûnî ji bo kêmneteweyên zayendî. Benda çaremîn jî li ser tundiya navmalî: Rastiya mexdûr û êrîşkaran, bûn.
'Giranî didin mijarên psîkolojîk'
Seroka Sendîkaya Derûnnasan Leyla Aqûrî Dîranî ku yekem jin li Lubananê vê cihê digre wiha got: "Sendîkaya me di Adara 2022'an de hate damezrandin û hezar û 300 endamên me hene. Em giranî didin mijarên psîkolojîk, mudexeleyan peyda dikin û alîkariya zarokên ku bi zehmetiyên fêrbûnê re rûbirû ne dikin. tiştê ku bi paşguhkirinê ve girêdayî ye bi tendrustiya derûnî ve jî girêdayî ye. Em hewl didin balê bikşînin ser van mijaran, ji bo guhertina ber bi jiyaneke çêtir ji bo her kesekî di civaka me de. Jin li Lubnanê ji ber adet û kevneşopiyên civakê yên paşverû bi tundiyê re rûbirû ne. Hewcedarî bi çareserkirina pirsgirêkên mêrên ku tundiyê dikin û pêwîstiya guhertina ramanên civakî yên ku tundiyê rewa dikin heye, da ku jin bikaribin bêyî tirs û şerm mafên xwe daxwaz bikin."
'Bila jin mafên xwe nas bikin û edaletê daxwaz bikin'
Psîkoterapîst Xeda El-Hawarî da zanîn ku tundî ne tenê bi êrîşa fizîkî ve sînordar e, di heman demê de tundiya aborî ya li dijî jinan jî bi taybet li guandan dihewîne û got: "Gelek jin dixebitin lê mûçeyên xwe nagirin, ji ber ku ji hêla xizmên xwe ve têne îstîsmarkirin, ne tenê ji hêla mêran ve. Bang li jinan dikin ku mafên xwe nas bikin û edaletê de daxwaz bikin."
Divê jin li dijî kêşeyan têbikoşe
Pispora bijîşkiya malbatê Cenan El-Usta bal kişand ser belavbûna tundiya li dijî jinan di civakan de wek tundiya fizîkî û aborî ve tê dîtin û wiha axivî: "Girîng e ku têgeha "Berxwedêriyê" di nava jinan de bê belavkirin. Ji ber ku tundî bandorê li tendrustiya jinan a psîkolojîk û bedenî dike û dikare bibe sedema nîşanên laşî yên wek êşa zik û serêşê. Zêdekirina vê berxwedêriyê di şert û mercên dijwar de dikare bibe alîkar ku êşa jinan sivik bike û li dijî kêşeyan têbikoşin. Armanca kesane şiyana wan a mijûlbûna bi ezmûnên dijwar re bêyî ku di ramanê de hişk bibin, zêde dike."
Balê bikşînin ser pirsgirêkên kesên xwedî pêdîviyên taybet
Dr. Rîta Merhac derbarê demxekirina civakê li ser kesên xwedî pêdîviyên taybet û wiha got: "Divê em vê komê tevlî bazara kar bikin, da ku rê li ber girtina cudekariyên ku rûbirû pê re dimînin, bigrin. Jin li Lubnan û seranserî cîhanê di rewşek xeternak de ne. Rewşa jinên xwedî pêdîviyên taybet çawaye gelo? Li vir pirsgirêk girantir dibe. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, girîng e ku bi van kesan re danûstandinên xwe xurt bikin û zêdebûna xuyabûna wan di nava civakê de."