Li Lubnanê nêzî 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn
Hat diyarkirin ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê nêzî 2 milyon kes neçar mane ji cih û warên xwe bibin.

Navenda Nûçeyan – Serokê Lijneya weziran ya Lubnanê, rapora xwe ya heftane weşand. Di raporê de tevgera koçberan a piştî êrişên Îsraîlê û ziyanên din yên şer cih digire.
Li gorî raporê ji 8’ê Cotmehê 2023’an û vir ve ku êriş despêkiriye milyonek û 862 hezar û 790 kes ji cihê xwe bûne. Ji van 190 hezar û 102 kesan li stargehên ku ji aliyê dewletê ve hatine vekirin hatine bi cihkirin, yên mayî jî li derveyî stargehan di nava şert û mercên zehmet de têkoşina jiyanê didin.
Hat zanîn ku heta niha hezar û 177 navend ji bo peydakirina pêdiviyên penaberan hatine vekirin. Ji van 976 kapasîteya xwe tijî kiriye.