Li Lubnanê jin têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin

Platforma Jinê ya li Lubnanê, bi armanca nîqaşkirina cûreyên tundiya li dijî jinan û bandorên tundiyê ya li ser civak û saziyan konferansek berfireh li dar xist.

Beyrûd - Platforma Jinê ya li Lubnanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, konferansek bi sernavê “Hevgirtina Jinan Ji bo Jiholêrakirina Tundiyê û Cûdakariya Li Dijî Jin û Zarokên Keç Hêz e” li dar xist. Şandeyên jinan a ji Lubnan û herêmê, şandeya Kurd û Komeleya Newrozê jî, beşdarî konferansê bûn.

Konferans, bi çar rûniştinan pêkhat û şêweyên tundiyê ya li Lubnanê hatin destgirtin. Di rûniştina ewil de li ser tundiya malbatî û civakî nîqaş hate kirin û balkişandin li ser parastin û mekanîzmayên piştgiriya derûnî û yasayî. Di rûniştina duyemîn de tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ya di çarçoveya qeyranê de û piştî teqîna Bendera Beyrûdê bandorên wê yên li ser jinan hate nîqaşkirin. Di rûniştina sêyemîn de li ser tundiya siyasî hate nîqaşkirin û tecrûbeyên jinan ên di qadên muzakere û têkoşînê de hate parvekirin. Her wiha di rûniştina çaremîn de jî tundiya li li dijî komele û rêxistinan hate destgiritn û hewldanên sînordarkirinê, rêyên avakirina hevgirtin û tora sivîl hate nîqaşkirin.

‘Beşdariya bi israr muzekereyan vediguherîne qadekî siyasî’

Di rûniştina tundiya siyasî de Fewza Yusuf, tecrûbeyên muzakereyê ya jinên Kurd vegot û diyar kir ku tundî bi gelemperî mîna zexta derûnî û exlaqî dest pê dike. Fewza Yusuf, destnîşan kir ku hebûna jinan a li ser maseya muzakereyê rasterast bi ewlehî û mafên civakî ve girêdayî ye û beşdariya bi israr muzekereyan vediguherîne qadekî siyasî.

‘Parastina rêxistinan tê wateya parastina rolên pêşengiya jinan’

Di rûniştina tundiya li dijî komele û rêxistinan de Henan Osman, destnîşan kir ku êrîşên li ser saziyan tên kirin, ji yên kesan hedef digirin ne cuda ye û bi awayên cûrbecûr ên mîna kampanyayên reşkirinê, astengiyên operasyonê û sînorkirinên fînansekirinê didome. Henan Osman, destnîşan kir ku parastina rêxistinan tê wateya parastina rolên pêşengiya jinan û avakirina hevpeymanan di têkoşîna li dijî tundiyê de bi bandor e.

Konferans, mîna yek ji çalakiyên sereke yên platformê ku 48 rêxistin û çalakvanên jinan tîne cem hev, hate li dar xistin. Platform, bi awayekî serbixwe dixebite û pêvajoyen parêzvanî, başbûn û ji nû ve avakirinê bi perspektîfa zayendî re dike yek. Her wiha UN Women, koordînasyon û piştgiriya teknîkî mîsoger dike.

Çalakiya ku li Sînemaya Metropolis hate lidarxistin, tecrûbeyên xwecihî, herêmî û navneteweyî anî cem hev û girîngiya hevkariya siyasî, civakî û rêxistinî ya di têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de tekez kir.