Li Lubnanê ji bo jinan pêşangeh hat vekirin

Hevdîtina jinan a demokratîk, li Bingaziyê ji bo piştgiriya jinên ku rastî tundîtûjiyê hatine, bikaribin bikevin nava civakê û aboriya xwe bi hêz bikin pêşangehek vekir

Beyrûd – Hevdîtina Jinan a Demokratîk a Lubnanê, di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî tundîtûjiya li ser jinan, li nevdan Beyrûdê, bernameya bihêzkirina aboriyê ku jin û zerokên keç jê sûdê digrin, pêşangehek ji karên destan pêk tê vekir. Armanc bi vê pêşnagehê ew e ku jinên rastî tundîtûjiyê tên, di aliyê aborî de xwe bi hêz bikin.

 ‘Me pêşangeha hunerên destan vekir’

Koordînatora bernameya li dijî tundîtûjiyê ya hevdîtina jinan a demokratîk a Lubnanê Rafqa Bou Younes da zanîn ku îsal armanc dikin jin di aliyê aborî de xwe bi hêz bikin û got: “Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de bi giştî em gelek çalakiyan li dar dixin. Ji ber şert û mercên aborî yên xirab û di çarçoveya bernameyên bihêzkirina aborî de li ser daxwazên kesên xwedî maf me pêşangeha karên destan vekir. Ji bo jin karê xwe bi xwe ava bikin û aboriya xwe ya serbixwe qezenc bikin, me ji derveyî perwerdeya nexşên li ser cam û resmên li ser daran, me dewreyên perwerdeyê li dar xist.”

Rafqa Bou Younes bi bîr xist ku wan pêşik daye jinên ku rastî tundîtûjiyê tên û wiha got: “Dema ku em jinan di aliyê aborî de bi hêz bikin, wê jin bêdengî û tirsa xwe derbas bikin û aboriya serbixwe bi dest bixin ji ber vê jî wê pêwîstî bi mêran tunebe. Wisa em ê bikarin daxwaza mafên xwe bikin, jinan di vê perwerdeyê de berhemên gelek xweşik derxistin holê. Bi saya van perwerdeyan du jinan karê xwe bi xwe ava kirin, em bûn şahidên vê çîroka serkeftinê.”

‘Ez careke din bi civakê re bûm yek’

Yek ji wan jinên perwerdeyê dibînin Doula Maalouf jî wiha got: “Ez bi perwerdeya li ser cam û daran çêkirina resman fêr bûm. Di heman demê de min ji dewreyên perwerdeya li ser medyaya dîjîtal sûd girt, bi riya perwedeyê dikaribûm careke din bi civakê re bibim yek. Ez fêrî hûrguliyên teknîkê bûm. Destpêkê min perwerde dît û piştî çar seansan ez fêrî quralên bingehîn ên li ser cam û daran çêkirina resman bûm. Ji derveyî quralên wê yên bingehîn bi kesên ku beşdar bûn re di mijara li xebita li malê de min perwerde dît. Ez difikirim ku di demên pêş de atolyeya xwe vekim. Min azweriya xwe ya boyaxê di camê de dît.”

‘Perwerde ji bo jinan bû hêviya ji bo pêşerojek baş’

Koordînatora projeya Diakonia ya Beyrûdê û xebatkara rêveberiya bûyerên Gatheringin, Gayle Machaalani der barê projeyên bihêzkirina aboriya jinan de wiha got: “Em wan jinên ku rastî tudîtûjiyê hatine dipejirînin. Ew jinên ku dixwazin beşdarî dewreyên perwerdeyê yên bihêzkirina aboriyê bibin, ji derveyî wê yên di jiyanê de mane û yên ku dixwazin perwerde bibînin ez wan nas dikim û der barê bihêzkirina aboriyê de ji bo ez agahî bidim wan, bi wan re dikevim nava pêwendiyê û bi rastî ji beşdarî dewreyên perwerdeyê bûn. Daxwazan jinan ji bo beşdarbûna dewreyan hebûn û heta xeber dan heval û mirovên xwe. Hejmara beşdaran bi qasî ku me dixwest zêdetir bû, ev yeke bû sûdek ji bo bihêzkirina aboriyê ku bi xwe karê xwe avabikin.

Kesên beşdar bûn di dawiyê de berhemên xwe pêşkêş kirin û ew dahat bi dest xistin, vê rewşê wan gelek kêfxweş kir.”