Li Lubnana di bin êrişên Îsraîlê de koçberiya mirovan didome

Di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser 5 bajarok û navçeyên li başûrê Lubananê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku ji Lubnanê koçberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne gihîşt 19 hezar û 754’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê berdewam dikin. Li welat ji ber êrişan ji dîroka 8’ê Cotmeha 2023’an heta niha 104 jê zarok û 194 jin jî di nav de bi giştî 2 hezar û 350 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 906 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê der barê rewşa dawî ya welat de daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê li ser bajarokê Tayrdaba de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di ajansa fermî ya nûçeyan ya Lubnanê NNA’yê de hat îfadekirin ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê li ser malek li bajarokê Habbuş a girêdayî başûrê welat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û avahî bi temamî hilweşiyaye. Di heman demê de hat ragihandin ku Îsraîl di nava 3 saetan de li dijî bajarokên başûr û rojhilatê Lubnanê zêdeyî 15 caran êrişa hewayî pêk aniye.

Hat diyarkirin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê li ser qezaya Tevlîn a girêdayî bajarê Merciuyun a li başûrê Lubnanê de 3, di êrişa li dijî qezaya Sarbin a girêdayî bajarê Nebatiye 5, di êrişa li dijî qezaya Kana ya girêdayî bajarê Surê de 1 kesê jiyana xwe ji dest daye. 

Koçberî didome

Ji ber êrişên Îsraîlê hejmara kesên ku ji Lubnanê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin her diçe zêde dibe. Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê hejmara kesên ku ji ber şerê li Lubnanê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne de daxuyanî da. Rêveberiya Xweser ragihand ku bi giştî 19 hezar û 754 kes hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.