Li Lîbyayê zewicandina zarokan zêde dibe: Têkoşîn divê
Li Lîbyayê zaroktî ber bi çarenûsek nediyar ve diçe, zagon çavên xwe digrin, civak bêdeng dimîne û şer jî vê yekê rewa dike. Dem hatiye ku polîtîkayên ku keçan diparêzin dawî li bûyerên zewaca zarokan bînin.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Lîbya – Bandorên pevçûnên siyasî û civakî li Lîbyayê hê jî siya xwe didin ser jiyana rojane. Bi bûyera zewicandina zarokan, wek sûcek bêdeng derdikeve pêş. Ev jî ji ber lawaziya zagonê, hevkariya adetan û hilweşîna parastina malbatê, zêde dibe.
Faktorên ku dibin sedema zewicandina zarokan
Zaroktî êdî ji hêla zagon an civakê ve nayê parastin. Li şûna wê bi navê "veşartin" û "reva ji xizaniyê" ji çarenûsek nediyar re tê hiştin. Dabeşbûna siyasî, nebûna lêkolînên civakî û nebûna mekanîzmayên çavdêriyê hemû faktor in ku vê diyardeyê hovantir û belgekirina wê dijwartir dikin. Tu bilanço yan daneyên fermî tune ne, tenê şahidiyên belavbûyî û fikarên giştî hene ku bi her bûyerên hevberdanê keçên ku temenên zagonê derbas nekirine, zêde dibin.
Ji ber dabeşbûna siyasî û nebûna lêkolînên zanistî û civakî yên rast li ser vê mijarê, bîlançoyên bûyerên zewaca zarokan nayên komkirin.
'Zarokên keç, berpirsyariya zewacê hildigrin'
Rêvebera Ofîsa Xizmetên Civakî û Piştgiriya Derûnî Suad El-Erîbî, çîrokên bi êş û elem ên keçên 14 salî vegot. Suad El-Erîbî da zanîn ku ev keçik berî ku bizanin zaroktî çi ye, her dîtine ku bûne jin û dayîk û got: "Ev diyarde destdirêjiya li ser zarokatiyê nîşan dide. Keça biçûk ji kapasîteya derûnî yan fîzîkî bêpar e ku berpirsiyariyên zewacê hilgire, lê dîsa jî ew ji ber kêmasiyên xwe tê sûcdarkirin û cezakirin. Di heman demê de sûc li ser navê adet û olê tê kirin."
Digel zagonan jî zewaca zarokan didome
Zagona Rewşa Kesane ya Lîbyayê ya Hejmar 10 a di sala 1984'an de hatiye derxistin, dibêje ku temenê zewacê 20 salî ye. Tevî vê zagonê jî, îstîsnaya dadwerî rayeyê dide dadweran ku bê çavdêrî an pîvanên zelal bi zarokên temenbiçûk re bizewicin. Ev îstîsna bûye deriyek vekirî ji bo binpêkirina zarokatiyê. Bi taybetî jî, li deverên gundewarî û koçber ku xizanî û şer mantiqek dijwar li ser malbatan ferz dikin.
Hişmendiya civakê div bê bilindkirin
Suad El-Erîbî bawer dike ku şer, pevçûn û xirabûna rewşa aborî ya malbatan, bi taybetî li deverên gundewarî yên dûrî bajaran, bûye sedema belavbûna berfireh a vê bûyerê û malbat tevî temenê wan ê biçûk jî berê xwe didin zewicandina keçan. Suad El-Erîbî fikara xwe ya li ser belavbûna bêtir a vê diyardeyê anî ziman û destnîşan kir ku pêşketina wan a laşî û derûnî nahêlin ku li hember zextên civakî û malbatî bisekinin. Suad El-Erêbî banga bilindkirina hişmendiyê li civakê kir ku li ser xetereyên vê diyardeyê yên li ser keçan û civakê bisekinin.
Derketinek xelet ji tundiyê ber bi binpêkirinan
Aktîvîsta mafên mirovan Rawya El-Cezawî zêdebûna zewaca zarokan bi hilweşîna avahiyên malbatê ya piştî 10 salan ji pevçûnan ve girêda û got: "Şer malbatan ji hev veqetandiye û gelek ji wan debara xwe an parastina xwe winda kirine. Zewaca zû bûye riyek ji bo jiyanê, dûrketina ji tundiyê, an rêyek ji bo kêmkirina barên aborî. Di nav pevçûnan de malbat bi keçên xwe dihatin tehdîtkirin. Ji ber vê zewaca zû wek riyek derketinê xuya dikir lê di rastiyê de ew deriyek nû bû ji bo binpêkirinan. Hejmara dozên hevberdanê yên ku ji hêla dadgehê ve hatine wergirtin piştî 2011'an gelek zêde bû."
Însiyatîf sînordar û demborî dimînin
Tevî bangên dubare yên ji bo hewldanên hişyarkirinê, însiyatîf sînordar û demborî dimînin. Tiştê ku îro hewce ye ne tenê kampanyayên medyayê ne. Her wiha polîtîkayên radîkal in ku tê de tevlîkirina bernameyên dibistanê yên ku zewaca zû û bandorên wê nîqaş dikin, perwerdekirina dadweran ji bo nirxandina rewşa psîkolojîk û civakî ya zarokên temenbiçûk, peydakirina navendên piştgiriya psîkolojîk û civakî ji bo keçên bandordar û beşdarkirina keçan bi xwe di çêkirina polîtîkayên ku bandorê li jiyana wan dikin de, hene.