Li Lîbyayê komxebata li ser xeteriyên înternetê hat lidarxistin
Li Lîbyayê bi armanca bilindkirina zanîn û hişyariya xeteriyên înternetê Komeleya Lîbya ya înterneta bi ewle bi hevkariya Ofîsa Herêma Rojhilat a Ragihandin û Wezareta perwerdeyê ya Hikûmeta Lîbyayê, li dibistanan komxebatek li dar xistin.
HINDIYA AL-ASHEPY
Bîngazî - Rêbaza herî girîng a parastina xwendekaran di saziyên perwerdeyê de li hemberî metirsiyên înternetê hişyarîkirin û bilindkirina asta zanistê ye. Bi bilindkirina hişyariyê li ser girîngiya bikaranîna înternetê bi awayekî baş û dûrketina ji bikaranîna wê di tiştên xerab ên wek çewisandin, destdirêjî û tacîz. Her wiha Rêxistna Neteweyên Yekbûyê a Alîkariya Zarokan (UNICEF) tekez kir ku xetereyên înternetê gelek in ji wan tundiya devkî, belavkirina agahiyên nerast, belavkirina wêneyên ku zirarê didin, weşana gotegotên li ser kesan, şantajên elektronîkî, tacîzkirin, hackerkirina hesaban.
“Ermanca ji komxebatê hişyarkirina ji xetereyên li ser înternetê ye”
Ji ber metirsiyên cihêreng ên înternet li ser xwendekarên dibistanên Lîbyayê û bi kêmbûna hişyariyan vê xeteriyê, Komeleya Lîbya ya înterneta bi ewle bi hevkariya Ofîsa Herêma Rojhilat a Ragihandin û înformatîk û Wezareta perwerdeyê ya Hikûmeta Lîbyayê, komxebatek li ser nepenî, parastin û hişyarbûna xetereyên înternetê li dar xist. Ev komxebat xebatkarên civakî li dibistanên perwerdeya giştî li Bingaziyê dike armanc.
Komxebat dê heta 28'ê Gulanê bidome
Di 22'ê Gulanê de li şanoya Dibistana El-Sed El-Alî a Bingaziyê yekem dersên teorîk û pratîk ji bo atolyeyê dest pê kirin, li ser bingeha ku di 26'ê Gulanê de komxebat bi dawî bibe lê ji ber girîngiya mijarên ku hatin raberkirin û ji bo pêkanîna ezmûnên nirxandinê ji bo beşdarên ku hejmarên wan bêtirî 30 xebatkarên civakî yên ji saziyên cuda yên perwerdeyê ne, komxebat hat heta 28'ê Gulanê dê bidome. Ders ji aliyê hejmarek ji pispor û rahênerên navneteweyî yên ji Lubnan, Urdun, îmarat, Misir û Lîbyayê ve hatin pêşkêşkirin û di van dersan de mijarên cihêreng û girîng hatin nîqaşkirin.
Rêveberê Ofîsa Xizmetên Civakî li Wezareta Perwerdeyê Sûad El-Erebî der barê komxebatê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji ber metirsiyên mezin ên ku bikarhênerên Înternetê pê re rû bi rû dimînin, wan ev mijar di kursê de nirxandine û li ser nîqaş kirine û wiha got: "xebatkarên civakî yên di nava saziyên perwerdeyê yên li Bingaziyê de armanc dike da ku xwendekaran di mijarên xetereyên înetenetê û mekanîzmaya parastina nepeniya wan de, hişyar bikin."
Sûad El-Erebî da zanîn ku di semînerê de behsa mijarên cuda hatiye kirin, di nav wan de parastin û nepenîtiya li ser înternetê, sûcên li dijî jinan wekî tacîz her wiha beşdaran perwerdeyeke pratîkî li ser mîkanîzma parastin û ewlekirina hesabên kesane dîtin.
"Sûcên sîber bandorek neyînî li performansa akademîk a xwendekaran dike"
Civaknas Neîma El-Mecberî teqez kir ku civaknas hewl didin hin pirsgirêkên ku xwendekar di dema xwendina xwe de bi wan re rû bi rû dimînin çareser bikin, çi li ser malperên tora civakî û çi di rastiyê de be û diyar kir ku tawanên li ser înternetê di dema dawî de li dibistan û saziyên perwerdeyê pir zêde bûne, di nav de tacîz û binpêkirina nepenîtiyê jî hene.
Neîma El-Mecberî bal kişand ku piraniya xwendekarên li dibistanê bi tenê dimînin û bi tu kesê re nadin û nastînin ji ber pirsgirêkê înternetê ku ew pê re rû bi rû mane wekî tacîzê ketine rewşeke wisa û ev yek bandorek neyînî li ser xwendin û perwerdeya wan dike.
Her wiha teqez kir ku pêwîst e dê û bav telefonên zarokên xwe kontrol bikin, bi taybetî dema ku bibînin rewşa zarokên wan hinek cuda bûye, ji ber ku tewanên înternetê dibe ku bibe tawanên cuda cuda wek destdirêjî, revandin û pevçûn.
Li gorî rapora ku Neteweyên Yekbûyî li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû ji sedî 70 ji zarokên keç û xort di navbera 7 û 18'e salî de di dema ku li ser înternêtê ji bo karê malê ku mamosteyan dabû pêşiya wan lêkolîn dikirin dîmenên ku ji bo temenê wan ne guncav dîtine.
“Rola pisporên jin di belavkirina hişmendiyê de girîng e”
Çavdêra perwerdeyê ya li Wezareta Perwerdeyê û yek ji beşdarên kursê, Ferdûs Bûxatwa teqez kir ku pêwîst e kurs û semînerên hişyariya ji xeteriya înternetê li ser xwendekaran di nava saziyên perwerdeyê de werin organîzekirin.
Ferdûs Bûxatwa bal kişand ser rola xebatkarên civakî di belavkirina hişyariyê û bikaranîna rast a Înternetê û malperên tora civakî de û girîngiya parastina taybetmendiyên wan ên kesane, civakî û madî bi riya ewlekirina hesabên wan, ji bo misogerkirina ku tu bikarhênerek negihîje û ev yek jî bi riya ewlekirina hesabên xwe yên medyaya civakî ji bo ku tu kes nikaribe têkeve hesabên wan e.