Li Lîbyayê bi ‘Bazara Alîkariya Jinan’ piştgirî ji nexweşên penceşêrê re tê dayîn

Li Lîbyayê bi armanca piştgiriya bi nexweşên penceşêrê re ‘Bazara Alîkariya Jinan’ hat vekirin. Di bazarê de piştgiriya madî ji bo nexweşên penceşêrê yên ku tu dahatek wan nîn e tê dayîn, jin jî bi projeyên xwe tê de cih digrin.

HÎNDIYA AL-ASHEPY

Libya- Li Lîbyayê bi boneya 4’ê Sibata roja cîhanî ya penceşêrê bi Komeleya Bihêz a li Dijî Zehmetiyan û bi pêşengiya Komeleya El Mîzan, bi piştgiriya gelek saziyên civaka sivîl, li salona Kompleksa Fakulteya Tibê ya Zanînageha Bîngazî ‘Bazara Alîkariya Jinan’ hete vekirin. Bazara ku ji bo piştgiriya nexweşên penceşêrê yên dahata wan kêm e, kampanyaya bexşînê jî heye û hejmarek zêde kes çûn serdanê.

Bi projeya mûman di bazarê de cih girt

Bazara ku di navbera dîroka 4-6’ê Sibatê de vekirî maye, komek jin û zarokên keç bi armanca başkirina şert û mercên jiyanê bi projeyên ku çêkirine cih girtin. Aya Al-Lubaidî bi projeya xwe ya mumê beşdarî pêşangehê bû wiha got: “Ev cara yekem e ez beşdarî pêşangehek dibim û bi awayên cuda mûmên ku min çêkirine, pêşkêş didin. Dixwazim bibêjim ku eleqeyek zêde heye”

‘Ji bo nasandina mûman min tor ava kir’

Aya Al-Lubaidî da zanîn ku çêkirina mûman ji ser înternetê û ji jinên ku projeyên wiha xistine meriyetê fêr bûye û got: “Ez hedef dikim ku di rojên pêş de projeya mûman bi pêş bixim û berfirehtir bikim. Ji bo nasandina mûman min li gel sazî û rêxistinên eleqedar torek ava kir. Li ser daxwazan min mûmên bi awayên cuda çêkir. Projeya min dahatek madî dide min û malbata min.”

Berhemên zarokên astengdarên zihnî hatin pêşandan

Seroka Komeleya Pêşxistina Kêrhatiyên Zîhnî Abeer Bin Sadiq Al-Misratî destnîşan kir ku derfet ava kirine zarokên ku astengdarên zîhnî ne, bi berhemên ku çêkirine beşdarî pêşangehê bûne. Abeer bin Sadiq Al-Misratî da zanîn ku di heman demê de zarokên keç ên astengdarên zîhnî di qadên hunerê yên qumaş, morî, nexş û karên dest de berhemên ku bi pêş xistine di bazarê de pêşan dane û ev tişt got:

“Armanca em ew e ku em civakê bi zarokên ku ji aliyê zihnî ve astengdar in bidin nasîn, ji bo zarokan beşdarî nava civakê bikin, der barê bernameyên ku saziyan amade kirine de wan agahdar bikin. Di heman demê de em dixwazin baweriya zarokan bi wan bînin ku dikarin berheman çêbikin.”