Li KYK’yê ji qedexeya "şort" re lêpirsîn hat vekirin

Wezareta Werzîş û Ciwantiyê derbarê nivîsa "Bi şort û şalên kin ketina kantîn û xwaringehê teqez qedexe ye" ya ku li xwaringeha Yûrda KYK’ ê ya Zanîngeha Teknîkî ya Karadenîzê hat daleqandin de lêpirsîn da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Yûrda xwendevanên mêr ê girêdayî Saziya Krediyê û Yûrdan (KYK) ya li kampusa Zanîngeha Teknîkî ya Karadenîzê (KTU) ye, nivîsa "Bi şort û şalên kin ketina kantîn û xwaringehê teqez qedexe ye" ya ku di ketina xwaringeha ku xwendekarên jin jî şîva xwe lê dixwin de hat daleqandin, li ser bertêkan hat rakirin. Ji aliyê Wezareta Werzîş û Ciwantiyê ve derbarê berpirsyaran de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.

Rektorê KTU Prof. Dr. Hamdullah Çuvalci li ser bertekên medyaya dijîtal, wiha got: "Tu eleqeya vê pêkanîne bi KTU’yê re nîne".

Hat hînbûn ku biryara qedexeyê li blokên din ên yûrdên di nav kampusa sereke de nayê pêkanîn.