Ji bo 40 rojiya mirina Fewzia Amînî çalakiya protestoyî hatin lidarxistin
Aktîvîstan di 40’emîn roja mirina Fewzia Amînî ya ku li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bi awayek hovane bi navê “namûsê” hatibû qetilkirin, li hev civiyan.
Navenda Nûçeyan- Dema ku li Îranê navê qirkirina jinan hema bêje bi "namûs ê " re hevseng tê girtin, aktîvîstan ji bo Fewzia Amînî ya 40 roj berê hat qetilkirin hatin cem hev. Aktîvîstên mafên jinan ên li bajarê Seqiz ya Îranê qetilkirina Fazwiza Amînî ya ku di bin navê "cînayeta namûsê" de bi bîr xistin û diyar kir ku ew qirkirina jinan a di bin navê namûsê tê kirin nas nekin, bal kişandin ser polîtîkayên tundiyê, qetlîam û qirkirina li dijî jinan jî.
Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, jiyan û çîroka qetilkirina Fewzia Amînî hate vegotin. Piştre jî çîrokên jinên di bin navê cînayeta “Namûsê” hatine qetilkirin, hat parvekirin. Jinên aktîvîst pankartên ku qirkirina jinan şermezer dike hilgirtin û dirûşmeyan berz kirin.
Çi qewimî bû?
Fewzia Amînî jinek xebatkara tenduristiyê zewicandî û dayika 2 zarokan bû. Di mala xwe ya li Seqizê de bi guman mirî hat dîtin. Hevjîna wî bi israrek mezin ji bo wek "întihar" were hesibandin hewldan da, lê derket holê ku Fewzia Amînî bi cînayetêk plankirî hatiye kuştin. Tê zanîn ku xizmên xebatkara tendirustiyê Fewzia Amînî di îfadeyên xwe de diyar kirine ku, Fewzia Amînî ji ber ku gelek caran rastî tundiyê hatiye daxwaza hevberdanê kirine û doza hevberdanê vekiriye, lê dozên hevberdanê ji ber zexta malbatê û redkirina hevjînê kiryar bê encam mane.