Li Kurdistanê agirê Newrozê li 7 navendan hate vêxistin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li 7 navendan ên Kurdistanê hatin li dar xistin de, bi hezaran kes xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo hesap pirsîna ji hikûmetê 14'ê Gulanê nîşan dan.

Navenda Nûçeyan- Newroza ku diyarî kesên di erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wan Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin, bi çalakiyên curbecur didome. Îro jî agirê Newrozê bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Dep, Milazgir û Qereyaziyê hat pêxistin. Di çalakiyên Newrozê ku kesên di erdhejê 6'ê Şibatê ya navenda wan Mereşê û di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranînin de, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û peyama dê di 14'ê Gulanê de ji hikûmet hesab bipirsîn dan.

Pîrozbahiyên ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk hatin lidarxistin, wiha ne;

COLEMÊRG

Newroza Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Newroz, li quntarê Çiyayê Simbil li Otogara bajar hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin. Li gel navenda bajar, her wiha bi sedan kes ji gund û navçeyan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Gelemperiya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Hinek esnafan jî ji bo pîrozbahiyê derabeyên dikanên xwe venekirin. Peywirdarên Newrozê ji bo qurbaniyên erdheja Mereşê, cilên reş li xwe kiribûn. 

Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Tayyîp îstîfa bike”, “Hikûmet îstîfa bike”, “AKP diz e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ciwanan stranên "Çiyayê Bagokê” û “Gevere Gevere” gotin û li ber govend gerandin. Bernameya pîrozbahiyê piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştî rêzgirtin girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” got. 

Saît Dede: Gelê Colemêrgê li ber xwe dide

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Di erdhejê de li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê gel xwe birêxistin kir. Li hemû deveran jî kesên dilxwaz bi hawara mexdûrên erdhejê çûn.” Bi domdarî Dede anî ziman ku îktîdar di neçareseriyê de israr dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî tehemûla wan a ji bo siyaseta demokratîk jî nîne. Heke li cihekî faşîzm hebe, kesên li dijî wê li ber xwe didin jî hene. Gelê Colemêrgê li ber xwe dide. Bi sorkirina şer xelkê jehrî dikin, tecrîdê giran dikin. Ev 24 sal in li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd, di esasê xwe de li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Divê birêz Ocalan tavilê bikare dengê xwe bide bihîstin.” 

 

Meral Daniş Beştaş: Tecrîdê rakin û deriyên Îmraliyê vekin

Piştre jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê. Beştaş, wiha got: “Me erdhejeke mezin jiya. Li gorî daneyên fermî, 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê em dizanin ku weke her carê derewan dikin. Heta derheqê miriyên me de jî derewan dikin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re wan têk bibin.” 

Di berdewamê de Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro ew roj e ku em li van qadan bibêjin ‘tecrîdê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.’ Em ê hesabê ji wan bipirsin û wan têk bibin.” Axaftina Beştaş gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn. 

Meral Daniş Beştaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane partiya ku bikara pêşeroja Tirkiyeyê ava bike, partiya me ye. Baweriya me bi gelê me tê û we em bi tenê nehiştin. We li dijî tu cureyên zilm û faşîzmê serî netewand. Dê gelê kurd ji vir û şûnde jî serî netewîne.

Dema Meral Daniş Beştaş qala gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot “Heqê xwe li me helal bikin” dikir, girseyê bi yek dengî got “Em helal nakin.” Beştaş, bi lêv kir ku îktîdar hewl dide bi rêya tecrîdê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û wiha pê de çû: “Gelê kurd tu carî birêz Ocalan ji bîr nake. Girava Îmraliyê, deriyê aştiyê ye. Nifteya vekirina deriyê Îmraliyê jî di destê we de ye.” 

Piştî axaftina Beştaş, nameya Hevşaredara Colemêrgê ya berê Dîlek Hatîpoglû ku niha girtî ye hate xwendin. Piştî nameyê jî welatiya agirê Newrozê vêxistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bernameya pîrozbahiyê bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.

AGİRÎ

Bi hezaran kes beşdarî Newroza ku li Parka Newrozê ya Agiriyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pêk hat bûn. Welatiyên ji gelek gund û taxên girêdayî bajêr di saetên serê sibê de ketin qadê. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70 salî gel tev li bûn, tevlibûna jinan û ciwanan a zêde balkêş bû. Gelê Agiriyê ku bi kiras û fîstan û şel û şepikên xwe tev li Newrozê bûn her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Newroz Pîroz Be” qîr kirin. Li qadê li gelek cihan pankartên “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê Ye” û “Her der Newroz, her dem azadî” û alên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin daliqandin. Bernameya Newrozê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de di erdhej û Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de bi hezaran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.

Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ewilî li vir axivî, diyar kir ku pereyên di çarçoveya baca erdhejê hatin komkirin ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve ji bo gelê kurd tune bikin hatin bikaranîn û wiha got: “Gel li herêma erdhejê birçî û tî hate hiştin. Bacên gel ji bo gelê kurd ji holê rakin ji bo budçeya şer hate xerckirin.” 

Sezaî Temellî: Ger em çareseriyê bixwazin muxatab Birêz Ocalan e

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku partiya wan û gel bi vîneke mezin, eşqa têkoşînê û biryardarî qadên Newrozê dagirtin û agirê Newrozê vêxistin. Temellî, destnîşan kir ku agirê Newrozê agirê berxwedan, têkoşîn û hesab pirsînê ye û wiha got: “Êş, hêrs, keser û serhildana me mezin e. Di erdhejê de 50 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilat şûna ku hesabê bi de hewl dide pergala xwe ya talanê li ser piyan bihêle. Dema ku dawî li vê desthilata zordar bê anîn hatiye.”

Sezaî Temellî, wiha axivî: “Ger em çareseriyê bixwazin muxatab Birêz Ocalan e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê tiştek bi rê de neçe. Werin em bi hev re ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gavekê biavêjin. Çareserî bi muxatabê wê re tê çareserkirin. Ji bo ku bi muxatab re çareserî pêk were navnîşana çareseriyê Meclis e. Werin em bi hev re Meclisê veguherînin Meclisa Tirkiyeya demokratîk. Yekane daxwaza gelê Mezopotamyayê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çareserî ye.”

Piştî axaftinên hatin kirin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” agirê Newrozê vêxist.  Bername bi stranên kurdî û tirkî yên Koma Dengê Meyman gotin bi dawî bû. 

QERS

 

Li Qersê Newroz li Gara Qersê hat pîrozkirin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan welatî hatin ba hev û bo coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ji gundan hatin, ji ber berfê xwe bi zehmetî gihandin navendê. Welatî, ji du noqteyan ketin qada Newrozê. Li qada Newrozê girseyê bênavber dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûn.

Xelkê Qersê her tim xwedî li vîna xwe derket’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli axivî û wiha got: “Xelkê Qersê her tim xwedî li vîna xwe derket û dê derkeve jî. Bi destên hev bigirin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em Newroza xwe diyarî berxwedêrên zindanan û qurbaniyên erdhejê dikin.” 

Garo Paylan: Em ê roja 14’ê gulanê weke cejnekî pîroz bikin

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku rojên zehmet derbas dikin û ev tişt anî ziman: “Lê tevî vê jî em li dijî zilmê li ber xwe didin û ser pêyan e. Tevî zilma zalim jî we gavek paşve neavêt. Em kurd in, tirk in, terekeme ne û beriya her tişekî mirov in. Tevî hemû hewldanên parçekirinê jî me li dijî zilmê bi hev re li ber xwe da û dê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê roja 14’ê gulanê weke cejnekî pîroz bikin û dawî li vê tarîtiyê bînin. Ew dibêjin qey dema bi hezaran kes xistin zindanan em ê bitirsin û paşve gavê biavêjin. Em têkoşîna rûmetê didin. Em ê li Tirkiyeyê wekheviyê pêk bînin. Em bi hev re dê bi ser kevin. Xwe amade bikin ku heta roja hilbijartinê em bi hev re bixebitin.” 

Gulistan Kiliç Koçyigit: Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin

Piştre jî Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” derket ser dikê û wiha axivî: “Ji ber erdhejê em vê Newrozê xemgîn pêşwazî dikin. Em di şînê de ne û bihêrs in. Em dizanin bê ka kê em kuştine. Vê îktîdara faşîst em kuştin. Vê îktîdara ku rantxwir, vê îktîdara mirov û xwezayê tune dihesibîne em kuştin. Em heqê xwe li we helal nakin û hûn dê hesabê bidin. Em vê Newrozê weke Newroza hesabpirsînê pîroz dikin.” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 23 meh em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nagirin. Deriyên Îmraliyê hatine girtin. Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin û hêviya aştiyê çêbibe. Êdî tehemûla gelê kurd ji tecrîdê re nema ye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan em ê di 14’ê gulanê de bi ser kevin.” 

Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 

 ERDEXAN

Li ser Cadeya Kongreyê ya Erdexanê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û bername hat destpêkirin û bi beşdariya gelek ciwanan agirê Newrozê hat pêxistin. 

Diba Keskin: Mirin ne qedere xîzana ne

Endama Maseya Îslamê ya HDP’ê Dîba Keskin bi bîranîna qurbaniyên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî daxuyaniyên “qeder” ên îktidarê da. Keskîn anî ziman ku kesên ji ber xemsariya erdhejê û lehiyê jiyana xwe ji dest didin ne bi “qederê” ye ku jiyana xwe ji dest didin û kavil û lehî ne qedera gel e. 

 

Murat Sarisaç: Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bû

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku agirê Newrozê ku bi darikên niftikê dest pê kir îro li her deverê gur bûye û wiha got: “Newroz ji bo kurdan watedar e. Tevî ku kurd aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin jî lê îktidara riziyayî li dijî kurdan şer daye destpêkirin. 8 sal in bênavber êrişî kurdan û dostên wan dikin.”

Murat Sarisaç anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got: “Dema ku muzakere bi Rêberê Gelê Kurd re dihatin kirin, ekonomi gelek baş bû. Kengê mase hat qelabtin, carek din welat xistin nava krîzan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Îro her kes tê tecrîdkirin. Herêmên erdhejê jî xistine bin tecrîdê.” 

Sarisaç bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê de û wiha got: “Bila ji HDP’ê bitirsin. HDP ne partiyek deh salî ye. Partiya gel e û bi ruhek şoreşger heta van rojan hatiye. Wê ev gel di 14’ê Gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.” Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum jî got: “Teqez em ê bi ser bikevin. Em ji hemû sûcdaran hesab bixwazin. Bila nebêjin ku em ê di qesran de bi rehetî rûnin. Wê gotinên dawî berxwedêr bêjin.” 

DEP

Li warê Mazlûm Dogan ê yek ji pêşengên PKK’ê, li navenda navçeya Depê ya Xarpêtê li otogara kevin hat pîroz kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û flamanên Newroze hat xemilandin.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir. Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Asya Kolçak axivî. Kolçak bal kişand ser erdhejê û bandora wê û got: “Ev erdhej birînek mezin li me vekir. Mixabin bi hezaran canên me mirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Em vê Newrozê jî diyarî giyanê wan dikin. Em ê her tim bi ruhê Newrozê piştevaniya gelê xwe bikin.”   

Nejdet Îpekyuz: Digotin HDP qediyaye, HDP gel e, ne kesek e

Parlamenterê Necet Îpekyuz bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Wek tê zanîn erdhejek mezin rûda. Bîlançoya wê mezin bû. Sedemê vê jî îktidara AKP’ê û rêveberiya wê bû. Me bi hev re arîkariya hev kir. Ew nebûn, em hebûn. Neweroz şahî ye, lê belê îsal ji bo qurbaniyên erdhejê şîn heye. Newroz tenê ne şahî ye, serhildan e jî. Îsal jî em Newrozek ya mizgîniya serkeftinê li dar dixin. Çawa ku Kawa li dijî Dehaqan, Mazlûm li dijî zilmkaran agirê serhildanê pêxist û em îro jî li dijî Dehaqên serdemê serhildana xwe digihînin serkeftinê. Em ê li dijî vê îktidara îhmalkar bi ser bikevin. Em ê wan bişînin. Wê yekitiya me û piştevaniya me berfireh bibe. 

Newroz têkoşîn û serhildanek mezin e. Newroza Amedê ku lê nameya birêz Abdullah Ocalan hat xwendin tê bîra we. Çawa ku ew pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û tecrîd bû şêweyê rêveberiyê şûnve krîz zêde bûn. Her ku diçe Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe. Li pêşiya me jî hilbijartin heye. Em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin. Digotin HDP qediyaye, HDP gel e, ne kesek e. Gelê me partiya xwe û xwe jî baş nas dike. Em ê li dijî wan bi hev re li ber xwe bidin.” 

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî li ber stranên hunermend Ehmed Jiyara di dawî bû.

MİLAZGİR

Xelkê Milazgir a Mûşê Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Piştî 5 salan destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn û qada Newrozê bi alayan hatibû xemilandin. Xelkê Milazgirê li qada pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” berz kirin. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. 

Îmam Taşçier: Divê yekitiya neteweyî ya Kurd were mîsoger kirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier di pîrozbahiyê de axivî û got ku ji ber erdhejê di şînê de ne. Taşçier, bi domdarî wiha got: “Lê em li dijî van polîtîkayên rantê, li qadên Newrozê li ber xwe didin. Em vê Newrozê weke bertekeke li dijî tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Gelê me yê hêja, azadiya gelê kurd bi yekitiya neteweyî pêkan e. Bo me tişta herî girîng, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Mîna vê qadê, divê em li her qadê bi hev re bin. Sed salê berê li Lozanê welatê me Kurdistan kirin çar parçe û werin em bi Newrozê dîsa bikin yek.” 

Şevîn Coşkun: Rêya çareseriyê Brêz Abdullah Ocelan e

Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun axivî û diyar kir ku Newroz sembola berxwedana li dijî zilmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mizgîniya jiyana nû, îradeya lehengiyê ye. Newroza we tevan pîroz dikim. Bi hezaran sala ye li xaka Mezopotamyayê agirê Newrozê venemiriye. Li xaka Kurdistanê tê wateya serhildan û berxwedana li dijî zilmê. Di şexsê Mazlum Dogan de ku bedena xwe bi sê zilikên şixatê kir agirê Newrozê, ez careke din Newroza we pîroz dikim. Newroza îsal em ji ber qurbaniyên erdhejê bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin. Em bûn şahidên kêrnehatiya saziyên dewletê û bêtevdîriya wan. Xelkê me bi rojan di bin kavilan de terkî mirinê kirin. Me dît ku saziyên dewletê tenê dema mijar dibe kurd derdikevin holê. Me ji êrişên duh dît ku tehemûla wan a bo Newrozê tune ye. Lê em careke din dibêjin ku dê zext, binçavkirin û êrişên wan nekarin serî bi me bidin tewandin. 14’ê gulanê ji bo komareke demokratîk firsendeke dîrokî ye. Em ê di 14’ê gulanê de vê îktîdara zordest biavêjin sergoya dîrokê. Heta ku em azad dibin û wekhev dibin dê têkoşîna xwe bi ruhê Newrozê bidomînin.”

Di berdewamê de Coşkun bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Polîtîkayên li ser dijminatiya kurdan tên meşandin tê wateya girankirina tecrîdê û domandina polîtîkaya şer e. Rêya çareseriyê Îmrali ye. Rêya çareserî birêz Abdullah Ocalan e ku dibêje ‘ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Li dijî vê tecrîda girankirî û polîtîkayên şer, em ê jiyana demokratîk û azad ava bikin.” 

Piştî axaftinan, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk agirê Newrozê hil kirin. Welatiyên ku li dora agirê Newrozê xelekên govendê gerandin, dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serkevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan bi dawî bû. 

QEREYAZÎ

Newroza Qereyazi ya Erziromê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada vala ya li rex avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qereyaziyê hate lidarxistin. Tevî hewayê sar jî bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir. 

Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş di pîrozbahiyê de diyar kir ku dê hewayê şînê dikare bi piştevaniyê bê bidawîkirin. Karakaş, da zanîn ku Newroz “qêrîneke aştiyê” ye û bal kişand ser hemwelatiya wekhev. Dema Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan derketî ser dikê, girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Ocalan, wiha got: “Gelê kurd terorîst nîne. Vîna gelê kurd qebûl nakin.” Bi domdarî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsa “Kanê edalet, kanê qanûn?” kir. Ocalan, banga “Deriyên Îmraliyê vekin” kir. Piştî axaftinan jî hunermend Kadîr Çat û dengbêj derketin seri dikê û stranên xwe pêşkeş kirin.