Li Koye mihrîcana zanist û çanda netewî

Li Koye mihrîcana zanist û çanda netewî hate li darxistin û xwendekarên beşên cûda yên Peymangeha Teknîkî ya Koye bi çalakî û berhemên xwe yên cûr be cûr beşdar bûn.

ŞIYA KOYE

Koye – Bi dirûşmeya ‘Li pey zanist û jibîrnekirina çanda me ya netewî’, Peymangeha Teknîkî ya Koye bi çavdêriya serokê zanîngeha Teknîkî ya Hewlêrê, di 28’ê Nîsanê de Mihrîcana Roja Peymangehê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de di gelek beş û brandayên cûda de wêne, cil û bergên Kurdî, pirtûk, xwarinên kurdewarî û hesp siwarî û çend mijarên bijîşkî hatin pêşandan.

Di mihrîcana yek rojî ya peymangeha Teknîkî ya Koye, beşa bijîşkî bi çalakiyên xwe xwestin mêvanan di aliyê tenduristiyê de hîşyar bikin.

‘Derbarê nexweşiyan de em kesan hişyar dikin’

Xwendekara pola duyem ya perestarî ya Peymangeha Teknîkî ya Koye Anye Heyder bi ceribandinên bijîşkî beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Bi hinek zanyariyên giştî yê bijîşkî ez beşdar bûme û wek ew nexweşiyên ku ji ber rengê zimanderdikeve, ji ber guherîna rengê ziman bi her rengê wateya nexweşiyekê ye. Mînak ger rengê ziman zer be tê wateya bi kes re zerik heye. Beşek din ên çalakiyan başiya cûrên xwarinê ye. Mînak gêzer ji bo çav baş e, firingî ji bo dil baş e, gûz ji bo mejî, zencefîl ji bo mîde, peqle ji bo gurcîk, kartol ji bo penkreas, bih ji bo malzarokê baş e.”

‘Bi tevgerên asan nefesa zarok normal dibe’

Xwendekara beşa jinan û zarokan li Peymangeha Teknîkî ya Koye Meylî Hesen bi awayek pratîk nîşanî mêvanna dike ku çawa zarok di dema tiştek bikeve bûriya nefesê de rizgar bikin.  Meylî Hesen dibêje: “Dema zarok ji dayîk dibin tiştek biçe nava gewriyê divê li ser paç danî û bi awayek bi dest di nivî beşa wî de bidin heta ji gewriyê derbikebe û nefes girtina zarok normal dibe.”

Bi gulên min çêkiriye beşdarî mihrîcanê bû

 Xwendekara qonaxa du ya beşa perestarî Hêlîn Soran bi çêkirina gulan beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Ji bo em peymangeha xwe nas bikin îro em beşdarî mihrîcanê bûne. Ez bi gul beşdar bûme û min gul bi xwe çêkirine. Ev gul hem xweşik in û hem jî dimînin. Em gelek keyfxweş dibin ku dema em bibin sedemê keyfxweşiya di navbera kesan de û gul ji bo kesên xwe û ji bo dayîk, xwîşk û bira û her kesê jê hez dikin bikirin.”