Li Koye mezûnên zanîngehê dixwazin piştî mezûnbûnê bibin xwedî kar
Her sal di meha Nîsanê de, li başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngehê mezûnbûna xwe pîroz dikin, lê îro ji bo wan rojek xemgîniyê ye ji ber ku nikarin bibin xwedî kar.
ŞILÊR KOYÎ
Koye – Bêkariya mezûnên zanîngehên li Herêma Kurdistanê heta sala 2014’an diçe. Ji wê demê ve gelek mezûnên zanîngehê hene û hîn jî li benda wê rojê ne ku bibin xwedî kar. Lê mezûnên zanîngehên navdar jî bê kar û bê hêvî ne. Ev jî bandorek neyînî ya kûr li ser psîkolojiya ciwanan û avahiya aborî ya welêt dike.
Dîwarê ‘bêkariyê’
Her sal, bi hezaran xwendekar bi hêvî û armancên mezin mezûn dibin. Bi hêviya ku jêhatîbûna xwe di sektora giştî an taybet de bikar bînin, bi salan diçin zanîngehan. Piştî ku diqedînin, dixwazin kar bikin. Lê rastî dîwarekî bilind tên ku jê re dibêjin ‘bêkarî’ û nikarin pişt vî diwarî bibînin.
Hîba Xan, mezûnek beşa Hemşîretiyê ya Enstîtuya Teknîkî ya Koye ye. Hîba daxwaz û hêviyên xwe ji me re bi van hevokan vegot: “Em pir kêfxweş in ku hewildanên salên xwendina me li ber bayê neçûn û îro me bi hezkiriyên xwe re pîroz kir. Sala me divê li ber bayê neçe. Ji ber ku ger em neyên şixulandin, em ê karê xwe ji bîr bikin. Em ji hikûmetê dixwazin ku li şûna kesên teqawidbûyî, hemû mezûnan bixebitîne.”
Aşna Mihemed jî, mezûneke Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Enstîtuya Teknîkî ya Koye ye. Ew jî bi mezûnbûna xwe kêfxweş e, lê ji ber bêkariyê gazinan dike. Aşna got “Em îro kêfxweş in ku em mezûn dibin, lê divê ev kêfxweşî bi xwedî karbûnê bi dawî bibe.”
Bêhêvîtiyê veguherandiye ramana xebata serbixwe
Her çiqas Aşna Mihemed di warê kar de bêhêvî be jî, wê dev jê bernedaye. Ew xwedî ramana ku di pêşerojê de karekî xwe yê serbixwe hebe ye. Aşna diyar kir ku hikûmetê destûr nedaye wan ku di sektora taybet de bixebitin da ku xwe û karsaziya xwe bipêş bixin û wiha got: “Hêvîdar im ku hikûmet me li gor berjewendiya xwe bide şixulandin. Mirov xwedî şiyana nûjeniyê ne û heya ku ciwan bin dixebitin.”