Li Konseya Ewropayê derbarê tecrîtê de civîn hat lidarxistin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rayedarên Konseya Ewropayê re li ser polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne axivîn.

Navenda Nûçeyan- Şandeya ku parlamenter Omer Ocalan û parêzer Ozgur Faîk Erol jî di nav de, gelek peywendî bi saziyên Ewropayê yên li Strasboûrgê re çêkirin. Tê payîn ku şande di nava rojê de bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hevdîtinekê pêk bîne. Roja Pêncşemê jî wê bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê ya DEM Partiyê re hevdîtinek were kirin û di vê hevdîtinê de jî wê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve rojevê.

‘Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin’

Şandeya ku di nava têkîliyan de ye, li Konseya Ewropayê têkildarî tecrîdê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn ji aliyê Sarah Glynn ve tê birêvebirin. Di civînê de Omer Ocalan, parêzer Ozgur Faîk Erol û ji Qibrisê parlamenter Constntînos Efstathîoû axivîn. Di nava guhdarvanên civînê de, gelek parlamenter jî hene.

Ozgur Faîk Erol, di semînera xwe de qala şert û mercên tecrîda li Îmraliyê kir. Ozgur Faîk diyar kir ku 17 sal in ew parêzeriya Abdullah Ocalan dike û destnîşan kir ku ji sala 2015’an ve destûr nayê dayîn ku pê re hevdîtinê bikin.

Parêzer Ozgur Faîk ragihand ku 4 sal in destûr ji ti hevdîtinên malbatê re jî nayê dayîn û got: “Di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Em baş dizanin ku ti bingehê hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye. Em baş dizanin ku li ser esasê biryareke polîtîk û îdarî jî ye. Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin.”

Bêdengiya Ewropayê

Ozgur Faîk anî ziman ku di rewşa heyî de Îmralî çala reş a hiqûqî ye û bilêv kir ku bêdengiya Ewropayê dibe sedem ku li Tirkiyeyê kiryarên heman belav bibin.

Ozgur Faîk, nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê da. 

‘Pêkanînên kêfî cihê hiqûqê girtiye'

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên siyasî û hiqûqî hene û got: “Li Tirkiyeyê pêkanînên kêfî cihê hiqûqê girtiye. Girtîgeha Girava Îmraliyê bifikirin; malbata wî zêdeyî 4 sal in nikare serdanê bike. Weke malbat hemû mafên me yên hiqûqî û qanûnî hatine xespkirin û em nikarin van mafan bi kar bînin.”

Omer Ocalan bilêv kir ku li ti devera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û got: “Gelo ev rewşa ku li dijî birêz Ocalan û sê hevalên wî yên pê re tê pêkanîn, ma ne êşkence ye?”

‘Hûn dikarin bêqanûniya li îmraliyê rawestînin’

Omer Ocalan anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê destpê kirîn, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek heye ku bi salane li ber Konseya Ewropayê nobetê digire. Em nizanin ku di nava Konseya Ewropayê de çiqas tê dîtin, çiqas tê bihîstin. Wê heta kengê ev bêdengî hebe, em nizanin. Daxwaz rewa ne. Banga me ji saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û di heman demê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re ye. Hûn dikarin vê bêqanûniya ku Tirkiye li Îmraliyê pêk tîne, rawestînin. Têkildarî vê yekê hûn dikarin berpirsyariyê bigirin. Em têkoşîna xwe bidomînin. Ez daxwaz dikim ku saziyên eleqedar ên Ewropayê têkildarî peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”

‘Divê bêdengiya Ewropayê were şermezarkirin’

Ji Qibrisê parlamenterê Ewropayê Constntînos Esfstathîoû ragihand ku Tirkiye di nava welatên ku muameleya herî xerab li girtiyan dike de ye.

Constntînos wiha got: “Demek dirêje li dijî Abdullah Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Em têkildarî rewş û tenduristiya wî agahî nagirin.”

Constntînos Efstathîoû hin daneyên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rêz kirin û got: “Divê bêdengiya Ewropayê were şermezarkirin. Divê Ewropa li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bide. Zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye dewletek e ku li deriyê Ewropayê xistiye.”