Li Kongoyê şewba Ebolayê her diçe berbelav dibe
Dema li Komara Demokratîk a Kongo şewba Ebolayê ji nû ve belav dibe, hejmara bûyerên hatine piştrastkirî gihîşt hezar û 759’an û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî bû 600.
Navenda Nûçeyan – Komara Demokratîk a Kongoyê, bi şewba nû ya Ebolayê re têdikoşe. Zêdebûna bûyer û mirinan a di rojên dawî de, bû sedem ku rayedarên tenduristiyê û rêxistinên navneteweyî xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina belavbûna şewbê û dabînkirina dermankirina pêwîst ji nexweşan re leztir bikin. Lêbelê, pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmên ku şewb bibandore, zehmetiyên veguhastin û astengiyên lojîstîkî, xebatên mudaxele kirine asteng dike.
Li gorî daneyên nûjên ên îro ji aliyê hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ve hatin weşandin, ji destpêka şewbê re li welat hezar û 759 bûyer hatine tesbîtkirin. Di nava bûyeran de 600 kes jiyana xwe ji dest dane.
Di rapora rewşa epîdemîolojîk de, hate diyar kirin ku di 24 saetên dawî de 51 bûyerên nû hatine tesbîtkirin û 20 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Ev dane nîşan didin ku şewb li herêmên bandorbûne belav dibe.
17’emîn şewba Ebolayê
Hate diyar kirin ku şewba hêyî ji cureyê kêm a vîrusa Ebolayê ya Bundibugyo çavkanî digre. Rayedarên tenduristiyê yên Komara Demokratîk a Kongoyê, ragihandin ku şewb di 15’ê Gulanê de dest pê kiriye û li welat ev 17’emîn şewba Ebolayê ye.
Hate ragihandin ku vîrus li 37 navendên tenduristiyê ya li parêzgehên Ituri, Bakurê Kivu û Başûrê Kivu belav bûye û xebatkarên tenduristiyê xebatên xwe yên şopandina nexweşan, îzalasyon û şopandina bi têkilî didomînin.
Li dijî şewbê astengiyên cidî hene
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), da zanîn beşdarkirina nexweşê ewil a ji bo xebata dermankirinê ya taybet ya ji bo cureya Bundibugyo, di tekoşîna li dijî şewbê de gavek girîng e. Hate destnîşankirin ku ev pêşketin dikare beşdarî nirxandina vebijarkên dermankirinê yên nû ji bo nexweşan bibe.
Lêbelê WHO’yê, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de astengiyên cidî hene. Hate ragihandin ku di êrîşek ewlehiyê ya li ser navendek dermankirina Ebolayê ya li herêma Iturî de du kes jiyana xwe ji dest dane, li hinek civakên herêmî nebaweriya bi tîmên tenduristiyê heye û çalakiyên komên çekdar mudaxeleya ji bo şewbê dijwar dike.
Derziya bi bandor û dermankirineke pejirandî nîne
Heta niha li dijî cureya Bundibugyo ya Ebolayê derziyek ku taybet an jî an dermankirinek teqez nîne. Lewma, rêxistinên tenduristiyê ji bo pêşxistina vebijarkên dermankirinê yên bi bandor lêkolîn û ceribandinên klînîkî lez dikin. Di çarçoveya xebatên berdewam dikin de, tê lêkolîn kirin ku ka antîkorê yek-klon MBP134 û dermanê antîvîral remdesivir rêjeyên rizgarbûna nexweşan zêde dike an ne.
Di navendên tenduristiyê de zexta kapasîteyê
WHO’yê diyar kir ku hin navendên dermankirina Ebolayê pir qerebalix in û pêwîstî heye ku kapasîteya navendên tenduristiyê bên zêdekirin. Her wiha tîman, bi pirsgirêkên ewlehiyê, kêmbûna pêdiviyên bijîşkî û zehmetiyên di şopandina bi têkilî de re rû bi rû dimînin.
WHO’yê, ragihand ku di kapasîteya teşhîsê de pêşketin hatiye tomarkirin û bi saya laboratuarên herêmî kapasîteya testên rojane gihiştiye zêdetirî 2 hezar testan.
Dibe ku hejmara rast a bûyeran bilindtir be
Tîmên tenduristiyê, ji bo pêşigirtina belavbûna şewbê, xebatên xwe yên agahdarkirin, şopandin û şopandina bi têkilî didomînin. Rayederan, diyar dikin ku hejmara rast a bûyeran ji yên hatine ragihandin zêdetir e. Li Komara Demokratîk a Kongoyê, xebatên dermankirin û parastinê ya li dijî şewba Ebolayê berdewam dikin.