Li Kongoyê keştiyek şewitî: 148 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Kongoya Demokratîk agir keştiyeke bi motor ket ku 500 kes di keştiyê de bûn. Di encamê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Kongoya Demokratîk di encama şewateke li keştiyeke bi motor de de çêbûyî, 148 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, keştiya ku agir pê ketî di nava demek kurt de noqî avê bû. Hate diyarkirin ku di keştiyê de ku li Çemê Kongo ya li Bakurêrojavayê welêt seyahat dikir, jin û zarok jî di nav de nêzî 500 kes hebûn.

Rayedaran ragihand ku bi sedan kes hîna winda ne û cenazeyên 148 kesan jî hate dîtin.