Li Kongoyê keştiyek binav bû 80 kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku ji 271 rêwiyên keştiya li eyaleta Mai-Ndombe binav bû herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku di keştiya li ser çemê Kiwa yê Mai-Ndombe ya Komara Demokratîk a Kongoyê ku ji ber xirabûna motorê li peravê qelibî û binav bû de zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Daneyên nû yên li ser qezayê ji hêla serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi ve hatin dayîn. Hat diyarkirin ku keştiya ji bajaroka Mushie ber bi bajaroka Lebida ya li ser Çemê Kiwa va diçû, ji ber xirabûna motorê li peravê qelibî û binav bû. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo 86 kesên di qezaya keştiyê de winda bûn, berdewam dikin û nêzî 100 kes jî hatin xilaskirin.