Li Kongoyê herî kêm 177 kes mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha herî kêm 177 kes di şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongo de mirine.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daneyên nû li ser şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê parve kir. Li gorî daxuyaniyê, herî kêm 177 kes ji ber şewbê mirine, her wiha nêzîkî 750 bûyerên gumanbar jî hatine tomar kirin.
Li gorî raporê, ev nexweşî li welatên cîran belav bûye û Uganda pênc bûyerên piştrastkirî yên Ebolayê û du mirin ragihand.
WHO’yê ji ber zêdebûna bûyeran asta rîska ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê weke ya "herê bilind” binav kir. Asta rîska herêmî jî weke ya “bilind” bi navkir. Lêbelê, rêxistinê diyar kir ku rîska gerdûnî ya şewbê niha kêm e.
Rayedaran ji bo pêşbînîkirina belavbûna berfirehtir a Ebolayê daxwaza tedbîrên tenduristiyê yên navxweyî û hevrêziyeke xurttir bi welatên cîran re kirine.