Li Kongoyê cureyê herî metirsîdar ê vîrusa Ebolayê belav dibe
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara pêketiyên vîrusa Ebolayê gihîşt hezar û 708 kesan û 580 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku welat rûbirûyî cureyê herî metirsîdar ê.
Navenda Nûçeyan – Tevî hemû hewldanên tendurustiyê yên ji bo rûbirûbûn û kontrolkirina vîrusa Ebolayê, li Komara Demokratîk a Kongoyê belavbûna vîrusê berdewam dike û hejmara pêketiyên hatine piştrastkirin her ku diçe zêdetir dibe. Ev rewş nîşaneke zelal e ku qada belavbûna nexweşiyê berfirehtir bûye.
Her ku diçe qada belavbûna vîrusê berfireh dibe
Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku hejmara pêketiyên piştrastkirî yên vîrusa Ebolayê gihîştiye hezar û 708 kesan û ji wan 580 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev bîlançoya herî dawî ya fermî, rewşa giran a belavbûna nexweşiyê li welat nîşan dide.
Li gorî daneyên hikûmetê, li Kongoyê hejmara pêketin û mirinan li gorî amarên berê zêdetir bûye; ev yek jî di demekê de ye ku hewldanên rayedarên tendurustiyê û rêxistinên navneteweyî yên ji bo kontrolkirin û rêgirtina li belavbûna vîrusê berdewam dikin.
WHO: Vîrus belav dibe û dermanekî pejirandî tune ye
Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) piştrast kir ku belavbûna niha ya vîrusa Ebolayê li Kongoyê hîn jî berfireh dibe û negihîştiye qonaxeke aram. Rêxistinê bal kişand ser ku welat rûbirûyî belavbûna herî metirsîdar a cureyê kêmpeyda yê bi navê “Bundibugyo” bûye, ku heta niha tu dermankirin an dermanekî pejirandî ji bo wê tune ye. Ev yek jî karê tîmên tendurustiyê hîn zehmettir dike.
Nûnera Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê Dr. Anne Ancia diyar kir ku rewşa li Kongoyê bi lez diguhere û destnîşan kir ku hin navendên dermankirina Ebolayê nêzîkî kapasîteya xwe ya herî dawî bûne, ku rêjeya tijebûna wan gihîştiye ji sedî 90’î. Ev rewş zexteke mezin dixe ser pergala tendurustiyê û şiyana wê ya wergirtina nexweşên nû sînordar dike.
Dr. Anne Ancia bal kişand ser yek ji astengiyên herî mezin ku ew jî çûna karkerên madenê yên pêketî ji bajarokê Mongbwalu ber bi herêmên din ve ye ji bo wergirtina dermankirinê. Ev yek dibe sedema veguhastina vîrusê ji bo herêmên nû. Her wiha tevgera niştecihan, berdewamiya bêewlehiyê û qelsiya binesaziya tendurustiyê, tev de faktorên ku rê li ber hewldanên kontrolkirin û sînordarkirina belavbûna vîrusê digirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Ebola nexweşiyeke vîrusî ya tûj e ku dibe sedema taya xwînberbûnê. Ev vîrus ji ajellên kovî derbasî mirovan dibe û piştre bi rêya têkiliya rasterast a bi xwîn an şilemeniyên laşê kesê pêketî an yê mirî, yan jî bi rêya destdanîna li amûr û rûyên bi van tiştan qirêj bûne, di navbera mirovan de belav dibe.