Li Kocaelî jinek rastî tûndiyê hat û piştre ji şîbakê hat avêtin

Li Kocaelî ya Tirkiyê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû rastî tûndiyê hat. Jina ku ji şibakeya 7 metre bilind hat avêtin rakirin nexweşxaneyê, lê êrişkarê ku reviya hêj nehatiye girtin.

Navenda Nûçeyan – Li taxa Esentepe ya Kocaelî S.Ö. ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ya bi navê Y.Ö ji yekemîn qata avahiya çar qatî hat avêtin.

Li gor agahiyên hatine girtin S.Ö ya rastî tûndiyê hat ji şibakeyê banga alîkariyê kir. S.Ö. bi gotina ‘Dê min bavêje’ qîr kir.

S.Ö. ya ji bilindahiya 7 metreyan hat avêtin bi agahî dayîna şêniyên taxê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Y.Ö. yê piştî êrişê reviyaye, beriya demekê kin ji girtîgehê derketiye.