Li Kobanê meşa meşaleyî
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê, ciwan meşiyan û cangoriyên azadiyê li ser gorên wan bi bîr anîn.
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşeke hovane bi ser kantona Kobanê de anîn, di encama berxwedaniya 134 rojan a şervanên YPG û YPJ’ê de Kobanê 26`ê Çileya 2015`an rizgar bû. Bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin diruşmeya "Bi rihê berxwedanî û têkçûna DAIŞ li Kobanê, bi hêz û berxwedaniya ciwanan emê azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi meşeleyan meşiyan.
Ciwan li pêşiya qewsa bajarê Kobanê kombûn û bi siloganên "Bijî berxwedana Kobanê" û "şehîd namirin" ber bi goristana şehîd Dicle ve meşiyan. Li goristanê bi sedan ji malbatên cangoriyan û meclîsa malbatên şehîdan meş bi berzkirina diruşmên ku cangoriyên azadiyê bi bîr tîne û tilêliyan pêşwazî kirin.
Pişt re merasîma bîranîna cangoriyên meha çile bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwêş axivî. Ehmed soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiyê û xwedî derketina li nirxên şehîdan da.
Di dawiyê de find li ser gorên tevahî cangoriyan hatin pêxistin.