Li Kobanê meş: Em ê ax û destkeftiyên xwe biparêzin

Şêniyên bajarê Kobanê tevî bombebarana dewleta Tirk ya li ser bajar, li dijî êrişên pêk tên daketin qadan û gotin: “Em ê ax û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Kobanê – Dewleta Tirk ji seatên êvarê yê duh ve seranserî bajar û kantonên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên li ser sînor bi balefirên şer û yên bê mirov bombebaran dike. Heta niha zêdetirî 42 cihên xizmetguzarî, tendirustî, stasyonên kehrebeyê, gaz û petrolê, bendekontrol, firin, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hwd bombebaran kiriye ku di encama wê de jin û zarok jî di nav de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Li dijî van êriş û bombebaranên ku bê navber didomin, li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê helwest û çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên bajarê Kobanê tev sazî û dezgehên wê bi hilgirtina wêneyên birîndar û kesên di bombebarana dewleta Tirk de hatin qetilkirin meşiyan û helwesta xwe a li hember êrişên dewleta Tirk berzkirin.

Meşevan li qada Jina Azad ya li navenda bajarê Kobanê kombûn û bi hêrs berzkirina siloganên “Berxwedan jiyan e”,  “Na ji dagirkeriyê” û “bê serok jiyan nabe” ber bi qada şehîd Egîd ve çû û rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bozan Xelîl axivî û peyam da. Bozan Xelîl da diyarkirina ku êrişên dewleta tirk bi armanca tesfiyakirina şoreş û destkeftiyên wê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye û teqez kir ku ewê ax û destkeftiyên xwe biparêzin.

Meş bi silavkirina berxwedana li dijî êrişên dewleta tirk bi dawî bû.