Partiya Suriyê ya Pêşerojê li Sirînê 19'ê Tirmehê pîroz kir
Bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmahê Partiya Suriyê ya Pêşerojê, li navçeya Sirîn a girêdayî kantona Kobanê şahiyek lidar xist.
Kobanê - Bi boneya 10'emîn Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê Partiya Sûriyayê Pêşerojê li navçeya Sirînê ya girêdayî Kobanê şehiyek lidar xist. Bi dehan ji şêniyê Sirînê û hemû sazî û dazgehên wê tevlî şahîyê bûn.
Şahî bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir û li ser navê Partiya Sûriyayê Pêşeroj ji aliyê Neda Cadir ve axaftina destpêkê hat kirin.
"Em dibêjin dê salvegera 10’emîn bibe azadiya Kurd û gelên serfiraz"
Neda di destpêka axaftina xwe de şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahiya gelê Kurd piroz kir û got: "Em weke Partiya Sûriyayê Pêşerojê vê roja pîroz li hemû gelên aştîxwaz piroz dikin. Çirûska azadiyê yê ku ji Kantona Kobanê destpêkir, belavî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û gelan ji bo xwedî li derketina mafên xwe tedikoşiyan. Em dibêjin dê ev salveger bibe azadiya Kurd û gelên serfiraz."
"Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû dengvedana aşîtiya gelan"
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj a Meclîsa Kobanê, Şivîn Qulexazî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em zanin ku beriya 19’ê Tirmehê polîtîkayên qetilkirinê li ser gel dihat meşandin. Lê piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê Her tişt hat guhartin Rêveberiya Xweser hat îlan kirin û jin di 19'ê Tîrmehê de bû xwedî roleke girîng. Ji bo vê jî her tim dewleta tirk bi her cureyê êrîşê gel dike. Ji bo destpêka Şoreşê li Kobanê bû, bi her hêzên xwe ve êrîş kirin ku îrada gelê kurd bişkînin. Gelê Kurd yê ku bi salan mafê wan hatibû xwarin lê şoreşa 19'ê Tîrmehê bû bersîva van salan.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.