ÎHD li dijî binpêkirina têkoşîna xwe didomîne

Parazvanên mafên mirovan, rêxistinên saziyên sîvîl û Dayikên Şemiyê bi boneya 36’emîn salvegera damezrandina ÎHD daxuyanî dan.

Stenbol  - Parazvanên mafên nirovan bi boneya 36’emîn salvegera damezrandina Komeleya Mafên Mirovan li Sultanahmet a Stenbolê hatin cem hev û daxuyaniyek dan.

Parazvanên mafên mirovan ên pankarta ‘Têkoşîna me ya edaleyê didome, dê bidome’ vekirin dovîzên bi binivîsên ‘Ji şer re na, aşîtî niha’, ‘Însan bi mafên xwe însan e’, ‘Dawî li tûndiya mêr’ û ‘Ji îstîsmara zarokan re bêje raweste’ hilgirtin. Tevî Hevseroka Giştî ya IHD Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê, gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

“Êriş berdewam dikin”

Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku komeleya wan piştî Darbeya 12’ê Îlonê di şertên giran de hatiye damezirandin û wiha got: “Me hewl da pêşî li ber binpêkirina mafan bigirin û rê li ber desthilatdariyên dibûn sedema van binpêkirinan bigirin. Dema komele hatî avakirin, li Tirkiyeyê binpêkirina mafê jiyanê û îşkence di lûtkeyê de bûn. Zext û êrişên ser mafê xwebirêxistinkirin û xweîfadekirinê jî zêde hebûn. Niha jî hene. Her wiha astengkirina xizmên windakiriyan nîşan dide ku nêrîna dewletê qet neguheriye. Hefteyek berê serokkomartî li me geriya û xwestin daxwazên me guhdarî bikin. Me jî daxwazên xwe jê re gotin. Me got ku divê Dayikên Şemiyê neyên astengkirin.” 

“Girtîgehên bi tîpên nû tên avakirin”

 Bi domdarî Yolerî anî ziman ku ew mafê hemû derdoran diparêzin û wiha domand: “Niha li girtîgehan zêdetirî 300 hezar girtî û hikûmxwar hene. Di demekê ku em li benda bidawîkirina îşkence, cihêkarî û binpêkirinan, ew girtîgehên bi tîpên nû çêdikin. Girtîgehên bi Tîpa S bes nedikir ku niha jî yên Tîpa Y ava dikin. Tecrîda heyî dê li van girtîgehan hîn bêhtir girantir bibe. Her wiha 651 girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş ên giran hene. Tecrîdeke giran heye.” 

“ÎHD her tim li dijî şer, nîjadperestî û milîtarîzmê têkoşiya”

Piştre jî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û ev tişt anî ziman: “Yekemîn saziya rêxistina civaka sivîl a piştî darbeya leşkerî hatiye avakirin, ÎHD ye. Ji hêla malbatên zarokên wan di girtîgehan de, yên hatine bidarvekirin û hwd. ve hate avakirin. ÎHD her tim li dijî şer, nîjadperestî, milîtarîzm û homofobiyê têkoşiya. Makeqanûna ji hêla darbekarên leşkerî ve hatiye amadekirin hêj jî di meriyetê de ye. Tu mafê vê desthilatdariyê û yên dê pêşerojê bibin destilatdar nîne ku ji milîtarîzmê bigazinc bin. Ji ber ku wan ev makeqanûna ji hêla darbekar Kenan Evren ve hatiye amadekirin, neguherandin. Hiqûqa darbeyê di meriyetê de ye. Lewma kurd, elewî, ermen, rum, cihû, jin dibin zextê de ne. ÎHD li dijî milîtarîzmê ye. Divê em pêşengên xwe yên di vê rêyê de canê xwe dane Vedat Aydin, Mûsa Anter, Neman Firtina û bi dehan kesên din bi bîr bînin. Baş e ku ÎHD heye.” 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.