Li Kobanê 1’ê Mijdarê hat pîrozkirin
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê, bi şahiyeke girseyî roja 1’ê Mijdarê pîrozkirin. Di şahiyê de peyama “Em ê pêşeroja xwe bi destên xwe binivîsin” hate dayîn.
BERÇEM CUDÎ
Kobanê – Di 15’ê Îlonê 2014’an de çeteyên DAIŞ bi êrîşeke hovane bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dorpêç kirin. Li dijî êrîşên hovane ya çeteyan, berxwedana gelê Kobanê û şervanan 134 rojan dewam kir û ev berxwedan bi serkeftina encam bû. Di encama piştgiriya 93 welat û bajarên navdewletî, roja 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya piştevaniya Kobanê hate ragihandin.
Îro bi boneya 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya piştevaniya Kobanê, bi sedan gelê Kobanê, sazî û dezgehên wê li navenda Çand û Hûnerê kombûn û bi şahiyekê lidarxistin.
Şahî, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Di peyama gelê Kobanê ya ji aliyê Ferhan Hec Îsa ve hate dayîn de, wiha hate gotin: “Xwestin birêxistinkirina êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê re vîna gelê Kurd û Rojava tune bikin. Lê piştgirî û yekîtiya Kurdan û mirovahiyê, serkeftinê pêk anî.
‘Em ê pêşeroja xwe bi destên xwe binivîsin’
Her wiha hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif jî der barê girîngiya rojê de wiha got: “Roja Kobanê ya Cîhanî, ji bo îmzekirin û naskirina hevpeymana 6’ê Çileyê bû zemînek bihêz. Yên ku piştevanî dan Kobanê qebûl nekirin ku careke din dîsa were rûxandin û navê wê were guhertin. Ji bo vê jî xwîna 12 hezar şehîdan şahîdî kir ku em pêşeroja gel bi destên xwe dinivîsin. Em bi vê boneyê hemû kesên hatin vê qadê û ji derve de piştgirî dan berxwedanê, silav dikin û hezkirinên xwe nîşan didin. Ev pêvajo careke din pêdiviya wê bixwedî derketineke mezin heye. Şoreşa me dewam dike, bi îmzeyekê re bidawî nabe. Ji bo vê jî heta pîvanên wê bi temamî di Sûriyê de neyên misogerkirin, şoreş bidome.”
Şahî, bi bernameya hunerî ya hunermedên Xelîl Can, Şêrîn Ararat, Perîşan Kobanê û koma Gîvara bi dawî bû.
Di şahiyê de bê navber govend hatin gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.