Li Kirmaşanê ji bo kesên kêmendam mihrîcana şanoyê
Li Kirmaşanê 8’emîn Mihrîcana Şanoya Kêmendamên Herêma Zagrosê di rojên 6-9’ê Kanûnê de hat lidarxistin. Komên şanoyê bi lîstikên xwe peyama; “Armanca me ew e ku em di nava civakê de bin û xwe nîşan bidin” dan.
Kirmaşan – Li Kirmaşanê 8’emîn Mihrîcana Şanoya Kêmendamên Herêma Zagrosê, di rojên 6-9’ê Kanûnê de hat lidarxistin. Komên şanoyê ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îlam, Sine, Hemedan, Loristan û Kirmaşanê beşdarî mihrîcanê bûn. Ji bo mihrîcanê, 87 lîstikên şanoyê serlêdan kirin, ji 14 lîstikan re destûra derketina ser dikê hat dayîn.
5 kom ji Kirmaşanê 4 ji Sineyê 3 ji Îlamê 1 ji Hemedanê 1 jî ji Loristanê tevli bûn
Mihrîcan bi mijarên şanoya dikê, şanoya kolanê, şanoya zarok û ciwanan, şanoya kûkla û nivîskariya lîstikê hat lidarxistin û kesên kêmendam beşdar bûn. Her wiha di dema mihrîcanê de ji bo beşdaran, atolye û semîner hatin lidarxistin
Yek ji performansên mihrîcanê ya balê kişand jî pêşandana du hevjînên kêmendam bû. Hunermend Sudaabe Gholnama û Zaniar Khayr ku bi hev re çend sal in di warê hunerê de dixebitin, li ser mihrîcanê ji ajansa me re axivîn.
Hemû endamên koman kêmendam in
Sudaabe Gholnama ya 28 salî diyar kir ku hemû endamên komên şanoyê kêmendam û wiha got: “Nêzî du salan e, bi şanoyê re mijû dibim. Hemû endamên koma me kêmendam in. Koma me ya çar kesî ya di mihrîcanê de cih girtiye de hemû kes kêmendam in. Berhema me ya şanoyê, behsa jin û mêrek hevjînên hev ên dema nû zewicîne biryar dane koçî Emerîkayê bikin lê her dem rastî pirsgirêkan hatine û her carê dest ji koçberiyê berdane dike.”
‘Em dixwazin di civakê de hebin’
Zaniar Khayr Abadî, diyar kir ku ew bi hevjîna xwe re lîstiye, di warê zehmetiya mercên kesên kêmendam û nêrîna civakê ya li wan de jî wiha got: “Ez ji sala 2008’an ve şanoyê dilîzim. Di şanoyên kêmendaman û yên din de xebitîm. Em dixwazin ji bo xwe, ji bo civakê, karê xwe û kesên li me temaşe dikin xwe îsbat bikin. Dibe ku bejn û fizîka me bi pirsgirêk be lê van rewşan pêşî li me negirtin. Armanca me ew e em di civakê de hebin û xwe nîşan bidin. Civaka ku em tê de dijîn divê rewşa me fam bike. Dibe ku em ji hinek tiştan bêpar bin lê em xwedî hinek tiştên din in û di warê civakî de em dikarin çalak bin. Daxwaza me tenê ew ku mirov enerjiya pozîtîf bidin me. Bi vî awayî em ê bikaribin xebatên xwe bidomînin.”