Li Kirmanşanê jinek ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da

Li Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê jina ku di encama teqîna mayînek ya serdema şerê Iraq-Îranê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand ku di 20’ê Nîsanê de li bajaroka Geylanî ya bi ser bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê mayînek ya serdema şerê navbera Iraq-Îranê bi jinek Kurd de teqiya bû. Piştî ku ew jin bi birîndarî gihandin nexweşxaneyê îro jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku jina jiyana xwe ji dest dayî bi navê Exter Xanim Muradi ye û ji bo komkirina asin û firotinê çûbû deverê, mayîn pêde teqiyabû.