Li Kerkukê cenazeyê jinek hat dîtin

Cenazeyê jinek ku bi awayek şewitî li bajarokek girêdayî Kerkûkê hatiye binaxkirin hat dîtin.

Silêmanî - Li çemê Turaxî yê bajarokê Şiwan ê girêdayî bajarê Kerkûkê, di 5’ê Kanûnê de cenazeyê jinek bi awayek şewitî û binaxkirî hat dîtin.

Heta niha tu agahî der barê jina ku cenazeyê wê hatiye dîtin û vê bûyerê de bi dest neketiye.

Cihê balkêşiyê ye dîtina cenazeyê jinek di demekê de ye ku jina bi navê Naske Qadir Pîrot li bajarê Çarqurne ya ser bi navçeya Ranyayê, di 13’ê Mijdara 2022’yan de derketibû derve û êdî venegeriyabû.

Di roja 23’ê Mijdara 2022’yan de cenazeyê wê bi awayek şewitî û binaxkirî li nêzî Zêyê Biçûk hat dîtin. Bi biryara dadwer gelek kes li ser bûyerê hatine binçavkirin, yek ji kesên hatine binçavkirin îtîraf kir ku wî bûyer pêk aniye. Lêkolîna der barê bûyerê de hê jî berdewam dike.