Li Kenyayê lehî: 52 kes winda ne

Li Kenyayê ji ber lehiya ku bi sedhezar mirovan bê mal hiştiye hate ragihandin ku 52 kes winda bûne.

Navenda Nûçeyan- Kenya ev bi hefteyan dibin bandora barana dijwar de ye. Ji ber lehiya li welat rabûye bandor li jiyana bi hezaran kesê kir.

Li Mai Mahiy ya Kenyayê ji ber lehiyê 52 kes winda bûne. Ji bo bi sedhezar kesên ji lehiyê rizgar bûne di nêzî 200 kampan de xebat berdewam dike.

Berdevkê hikumetê Îsaac Mwaura, di daxuyaniya xwe de bal kişand ku li welat bi rojane baran berdewam dike, hejmara kesên di lehiya ji 14’ê Gulanê ve li welat jiyana xwe ji dest dane gihaye 277’an, ji ber şert û mercên ne baş yên hewayê ku nêzî 411 kes jê bandor bûye û 56 hezar kesan neçar mane malên xwe bi terikînin.