Li Kenyayê gel li dijî qetilkirina jinan derket kolanan
Li Kenyayê li dijî zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan, bi sedan kes daketin kolanan û bi dirûşmên; “Dawî li kuştinê binîn”, dest bi çalakiyan kirin. Polîsan di çalakiyan de bi gaza îsotê êrişê jinan kirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241210-20241210-whatsapp-image-2024-12-10-at-13-uutp-jpg-1-webp513b13-image-jpge6ae50-image.jpg)
Nanenda Nûçeyan – Li Kenyayê ku welatê Efrîkaya Rojhilat e, gel ji bo şermezarkirina bûyerên qetilkirina jinan derket kolanan.
Li paytex Naîrobiyê bi sedan kes beşdarî çalakiya ku bi pêşengiya jinan hat lidarxistin bûn û qetilkirina jinan şermezar kirin. Jinan bi fîkandin û dirûşman bertekên xwe anîn ziman û dirûşma “Dawî li kuştina jinan bînin” avêtin. Polîsan bi gazên rondikrêj êrişê çalakgeran kir, herî kêm sê kes binçav kirin.
3 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, rêvebera ofîsa Kenyayê ya Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî Irungu Houghton, ji Rêxistina Efuya Navneteweyî, Mathias Kinyoda û Serokê Komeleya Hiqûqê ya Kenyayê Faith Odhiambo ne.
Di 3 mehan de 97 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên serwîsa Polîsên Neteweyî ya Kenyayê; di navbera mehên Tebax û Cotmeha îsal de herî kêm 97 jin hatine qetilkirin. Polîsan der barê salên berê de dane nedan. Li gorî daneyên; Navenda Daneyên Efrîkayê ku ji nûçeyên çapemeniyê berhev kirine; di sala 2022’yan de herî kêm 75, salek beriya wê jî 46 jin hatine qetilkirin. Ji ber zêdebûna qetilkirina jinan li welat banga şermezarkirinê li gel hatibû kirin.