Li kantona Kobanê çalakiyên li hemberî komployê
Rêxstina Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên cuda yên hemwext li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirin. Jinan û ciwanan diyar kirin ku ewê ji bo azadiya fîzîkî yê rêberê xwe her tim li ser piyan bin.
Kobanê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 15`e Sibatê de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi sedan ciwanên herêma Firatê û bi beşdarbûna endmên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star û partiyên Siyasî li gundê Rovî yê li Başûrê Kobanê kombûn û di bin slogana "Em azadiya Rêber Apo dixwezin" dest bi meşa sê rojan kirin. Ciwanan bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, her wiha pankarta bi nivîsa "Emê bi şerê gelê şoreşgerî komploya navdewletî têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" û berzkirina siloganên "Bê serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin. Dê di roja yekê de meş li gundê Til Xezal raweste, roja duyemîn li gundê Til Xezal birêkeve û ber bi navçeya Şêranê ya Rojhilatê Kobanê ve biçe, dê roja dawî jî meş ji navçeya Şêranê destpê bike û li Kobanê bi dawî bibe.
"Emê daxwazên Rêber Apo bi cih bînin"
Jina ciwan Rodîn Ehmed da zanîn ku ewê weke ciwanên Kobanê li hemberî komploya navnetewî di nava çalakiyan de bin û got: "Dewletên serdest xwestin di kesyata Rêber Apo de hebûn, nasname û vîna gelê Kurd tune bikin. Lê armanca li pey komployê berovjî bû, hêz û asta berxwedaniya gelê Kurd mezintir bû. Êdî bîrdoziya Rêber Apo li Kurdistan û derveyî welat û li gelek welatên cîhanê belav bûye. Raste bîrdoziya Rêber Apo nehat dîlkirin, lê rêberê me di bin tecrîdeke giran de dijî. Li ser vê bingehê me ciwan meşa dirêj destpê kiriye, emê gotina rêber Apo bi cih bînin ku wê bi pêşengiya ciwanan serkeftin misoger bibe."
Di heman çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star li navçeya Şêranê ya li Rojhilatê Kobanê konê çalakiyê yê sê rojan bi silogana "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" destpê kir. Di kon de bi dehan jinên navçeya Şêranê, sazî û dezgehên wê cih girtin. Despêkirina konê çalakiyê bi axaftina endama Kongreya Star a navçeya Şêranê Selame Etî despêkir. Daxuyanî bi siloganên "Bijî serok Apo" û "Bimre komploya 15`ê Sibatê" bi dawî bû.
"Emê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin"
Endama Kongreya Star Fatma Cezayrî helwesta xwe li dijî komployê wiha anî ziman: "Çalakiy ku me îro destpê kir wê heta 15`ê Sibatê dewam bike, lê em bi vê çalakiyê re sînordar namînin. Armanc ewe ku em Rêberê xwe rizgar bikin. Jiyana me li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo hatiye avakirin, ji lewra ev yek vala derxistina armanca komployê ye. Bi taybet jî weke jin emê di malên xwe de nemînin, êrîşîn dewleta tirk jî me lewaz nakin û emê her tim di qadên têkoşîn û berxwedaniyê de pêşengiyê bikin."