Li Kantona Firatê meşa li dijî komkujiya li Berxbotanê
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li ser gundê Berxbotanê pêk anî, meşiyan.

Kobanê - Dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Berxbotanê ya Kobanê ya Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujîyek pêk anî. Di encama komkujiyê de ji heman malbatê piraniya wan zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.
Şêniyên Kantona Firatê li dijÎ komkujiya ku dewleta Tirk pêk anî daketin qadan.
Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê destpê kir heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Wêneyên kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirinhatin hildan û bê navber dirûşmên "Qatîl Erdoxan" hat berzkirin.
Piştî deqeyekk rêzgirtinê Endama Saziya Malbatê Şehidan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî wiha got:
“Ev gel xelatê azadiyê ye ku tevî hemû êrîşan ji disa li ber xwe didê. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku Kobanê wek Helelceyê bike û gel ji komkujiyan derbas bike. Lê ev der Kobanê ye, bajarê berxwedanê ye. Em komkujiya ku duh pêk hat şermezar dikin. Em dibêjin ku bila dost û dijmin baş bizanibe emê heya dawiyê li ber xwe didin. Gelê Kobanê ne ji êriş ne jî ji komkujiyan ditirse. Em ê têkoşînê heya dawiyê bidomînin.”
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.