Li Kandaharê jinek hat qetilkirin

Li eyaleta Kandahar a Afganîstanê cenazeyê jinekê li kêleka rê hatî hiştin hat dîtin. Di derbarê bûyerê de mêrek hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Talîbanê ku li Afganîstanê rêveberiya welat dagir kirin, zextên xwe yên li ser jinan zêde kirin. Dema ku zext û zordariya jinan ên li gelek qadên jiyanê rû bi rû dimînin di rojeva hemû cîhanê de ye, di van demên dawî de jiyankirina qetlîamên jinan jî destpêkir. Li welat qetlîam û zextên li ser jinan xilas nabe. Nûçeya herî dawî ya qetilkirina jinan ji Kandaharê hat. Li qada ku bi navê  hejmara 12 a Midûriyeta Polîsan tê binavkirin, cesedê jineke ku bedena wê hemû xera bûyî hat dîtin.
Derbarê nasnameya jinê de tu agahî nehat dayîn, hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de mêrek hatiye binçavkirin.