Li Kampa Waşokanî jin li ser dîroka xwe perwerdê dibînin

Bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan û birêxistinkirina wan, komîteya perwerdeyê ya Kongra Star a Kampa Waşokanî dewreyek perwerdeyê da destpêkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Komîteya perwerdeyê ya Kongra Star li kampa Waşokanî dewreye perwerdeya vekirî li navenda Kongra Star bi tevlibûna 15 jinên ji saziyên Rêvberiya Xweser û komînan da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê ya dê 10 rojan bidome ji seat 9’ê sibehê dest pê dike heya seat 3 nîvroyê bi dawî dibe. Waneyên ku di perwerdeyê tên dayîn, li ser girîngiya perwerde, dîroka jinan, şerê taybet, rêbaz, rexne û rexnedayîn, çand û exlaq, jiyana hevbeş, civaka xwezayî û nijadperestiyê ne. Endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Nûr Xazî Osman teqez kir ku perwerde ji bo pêşxistina mirovan esasî ye.

‘Rêxistinbûyîn bi jinan dest pê dike’

Endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Nûr Xazî Osman diyar kir ku bi riya perwerdeyan asta zanînê bilind dibe û wiha got: “Armanca me bi vekirina dewreyên perwerdeyê ew e ku em bikaribin jinan bi rêxistin bikin, dîroka wan bidin nasîn û di warê hişmendiyê de wan biguherînin û hişmendiya jinên azad ji nû ve bidin avakirin. Rêxistinbûyîn bi jinan dest pê dike, jin xwe birêxistin bikin wê civaka xwe jî bi rêxistin bikin. Ji ber ku jin bingeha avakirina civakê ne. Em dixwazin xwe bigihîjînin her jinê û bibin wesîle ku bi perwerde bikaribin jiyana azad bidin afrandin. Şoreşa me şoreşa zihniyetê ye. Ên ku vê şoreşê bi ser bixin jin in. Em deyndarên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in ku şansek daye jinan li xwe vegerin, xwe azad bikin, dîroka xwe bizanibin û civakek azad bidin avakirin.”

‘Mirov sed salî jî be pêwistiya wî/ê bi perwerdeyê heye’

Zibêda Oso ya 57 salî yek ji jinên koçberên kampa Waşokanî ye, ruxmî temenê xwe yê mezin bi coş û hezkirin tevli dewreya perwerdeyê dibe. Zibêde got: “Ez li ser daxwaza xwe tevli dewreya perwerdeyê bûm. Her çiqas mirov temenê wan mezin be û xwedî tecrube bin jî pêwistiya wan her dem bi nûbûnê heye. Ew jî bi riya perwerdeyan pêkan e. Ger temenê mirov 100 salî be jî pêwîstiya bi perwerdeyê heye, ji ber ku perwerde ji bo mirovan wekî nan, avê ye. Bi riya perwerdeyê me felsefeya Rêber Ocalan nas kir. Ev felsefe îro hişt ku hejmarek bi vî rengî jin ji her pêkhateyê li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin, asta xwe ya hişmendiyê xurt bikin. Ger mirov bixwaze dewlemend bibe wê beşdarî perwerdeyan bibe. Ji ber  perwerde dihêle mirov zana û xweşik bibe. Ez dixwazim her jin tevli perwerdeyan bibe û xwe zana bike.”