Li kampa Holê pereyên Tirkiyê, Çîn û Qatarê hat dîtin
Di qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de gelek belgeyên ku têkiliya DAIŞ bi dewletan re eşkere dike hate dîtin. Yek ji wan jî dîtina pereyên dewleta Tirk, Qeter û Çînê, ev yek dide diyarkirin ku DAIŞ çêkereke cîhanî ye.

Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li kampa Holê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 16’emîn de bi hemû leza xwe didome. Li gel dîtina gelek alavên ku ji aliyê DAIŞ’iyan ve hatine bikar anîn, çek û cebilxaneyên ku ji aliyê wan ve hatine veşartin, gelek tiştên tên dîtin carek din têkiliya DAIŞ’ê ya bi dewleta Tirk û her wiha dewletên cûda re destnîşan dike.
DAIŞ ne rêxistineke êrişkar e ku tenê li Iraq û Sûriyê tê dîtin, lê belê xwe li Rojhilata Navîn û hemû Ewropayê belav kiriye.
Gelek welatên ku di yekemîn xwe birêxistinkirina DAIŞ’ê de alîkarî û piştgirî dan wî niha jî bi rêya rêxistinên mirovî alîkariyan ji malbat û şaneyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê re dişînin ku xwe pê ava bikin û rêxistina xwe xurt bikin.
Di Mijdara 2014'an de, David Cohen, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê ji bo Terorîzm û Îstixbarata Aborî, Qatar wekî ku hawîrdorek destûrdar ji bo fînansekirina terorîzmê diafirîne bi nav kir. Berpirsên Amerîkî diyar kirin ku Qatar di rastiyê de gelek pere pêşkêşî komên "tundrew" kiriye ku di nav de DAIŞ jî heye.
Li ser lênûsan nivîsa “DAIŞ didome” hat dîtin
Li gel vê rastiyê jî di encama lêgerîna endam û şervanên qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê de gelek pere hatin dîtin. Di nava 16 rojan de pereyên Çînê, Qeterî û Tirkî hatine dîtin. Her wiha li ser lênûsan gotina "DAIŞ didome" hatiye nivsînin. Ji nivîsê de diyar bûbû ku xeta zarokekê ye, li ser fikrê tundrew têne perwerdekirin. Her wiha hîn konên ku di hundir de bi kelpîçan hatibûn avakirin û xurfeyên wê wekî dibistanan hatibûn çêkirin, hatin dîtin ku ev der bi taybetî ji bo zarokan mîna cihê perwerdekirin û mêjî şûştina li ser xeta Şerîatê hatine bikar anîn.
Çi karê pereyên Tirkî, Çînî û Qatarî li kampa Holê hene?
Di serê mirovan de pirseke wiha çêdibe ku gelo pereyên Qeterî, Çînî û Tirkî li kampa Holê çi dike? Di heman demê de gelek telefonên şikestî tên dîtin, lê belê ev telefon û alavên teknîkî ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve tên şikandin û şewitandin her wiha di bin erdê de bi şêweyên pir cûda hatine veşartin.
Ji gelek tiştên ku li kampa Holê hat dîtin car din têkiliyê dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re radixe ber çavan. Dewleta Tirk jî deriyê derbasbûna wan ji Sûriyê, Îraq û Rojhialta Navîn re ye.
Berpirsiyartiya 52 welatan heye
Li hember şane û çeteyên DAIŞ'ê ku kampa Holê wekî dewleta xwe ya biçûk dibînin û avakirine, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê têkoşînek mezin tê dayîn. Armanca Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ew e ku ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê biparêzin û wan ji vê xeteriyê xilas bikin. Lê belê ev erk ne tenê ji van hêzan tê xwestin, ev berpirsiyartiya 52 welatên e ku hemwelatiyên wan çeteyên DAIŞ'ê ne.