"Li kampa Holê jiyana me di bin metirsiyê de ye"

Zehra Mihemed a ji Iraqê ku ji ber metirsiya qetilkirin û destdirêjiya ji aliyê DAIŞ’iyan ve navê xwe yê rast aşkere nekir, metirsiya ku ew li Kampa Holê dijîn qal kir û got: “Jiyana me di bin metirsiyê de ye.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve li ser Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûrî di encama lêgerînên xwe de heya niha 27 çeteyên DAIŞ’î yên xwe di kampê de vedişartin desteser kirin.

Li kampa Holê ya 54 hezar û 390 kesên ji malbatên DAIŞ’iyan lê dijîn metirsî û bûyerên qetilkirinê di demên dawiyê de pir zêde bû. Pengava Mirovî û Ewlehiyê ya ku li hemberî vê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve hat destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Zehra Mihemed a penabereke ji bajarê Dişîşa yê Iraqê û dayika 3 zarokan ku ji ber metirsiya li ser jiyana wê ya dibe ku li kampê rû bide nexwest navê xwe yê rast û rûyê xwe eşkere bike, li ser metirsiya ku ew li kampa Holê ji ber DAIŞ’iyan dijîn ji ajansa me re axivî.

Di bin metirsiya DAIŞ’ê de dijîn

Zehra Mihemed destnîşan kir ku ew li kampa Holê dibin şahidê gelek bûyerên hovane, jiyana wan rojane di bin metirsiya DAIŞ’iyan de ye û wiha domand: "Rewşa ewlehiyê ya Kampa Holê ji her dû xetan ve ji bo me cihê azarê ye û em bê çare ne rastî. Ger em xwe bispêrin Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê şaneyên DAIŞ'ê zirarê bide me. Ji ber wê jî em alîgirê aşîtiyê ne li kampê, zarokên me hene em dixwazin wan xwedî bikin. Hêvî û daxwaza min vegera Iraqê ye. Em dixwazin vegerin Iraqê îhtîmal e ku gelê Iraqê me qebûl nekin jî. Lê em dixwazin vegerin cem malbatên xwe. Ewlehî li kampê pir nebaş e.”

"Yên ku ji rêya DAIŞ'ê derkevin wekî sûcdar tê dîtin û tê qetilkirin"

Zehra Mihemed da zanîn ku yên rêya DAIŞ'ê a tundrew hilbijartin çarenûsa wan an kuştin an jî girtin e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jina ku bixwaze ji rêya DAIŞ derkeve û xwe bispêre xeteke din, wekî gunehkar dibînin û tê qetilkirin. Kampa Holê berê tenê penaber û koçberan lê jiyan dikir, wê demê ne kuştin û ne jî girtin û serjêkirin hebû. Niha Kampa Holê bûye ku tenê bi kuştin û revandinê ve tê nasîn. Taybet piştî ku xelkê jî pengava Baxozê hatin rewş hate guhertin. Em nikarin bi yek çavî li hemûyan binêrin, ji ber yên ku ji wir hatin tevlî hêzên Asayîşê bûn û xwestin ku hişmendiya xwe biguherin. Yên ku tevlî Asayîşê dibûn jî di kampê de ji aliyê çete û şaneyên DAIŞ'ê ve dihatin hedefgirtin, wekî ku hesab jê dixwestin çima ku rêya xwe guhertiye. Her wiha guhertina hişmendiyê wekî sûcekî û gunehekî dibînin."

"3 bira û hevjînê min DAIŞ'î bûn, lê ez û dayika min me vê yekê qebûl nedikir"

Zehra Mihemed got ku 3 birayên wê yên DAIŞ’î di bombebarana balafiran de li Iraqê hatine kuştin û wiha domand: "3 birayên min li Dişîşa ya Iraqê di encama bombebaranê de tevî hevjînê min hatin kuştin ji ber ku hemû jî DAIŞ'î bûn. Ev bûyer di rojiya 2017'an de çêbû. Birayên min piştî ku çete hatin tevlî wan bûn. Ne ez û ne jî dayika xwe me qebûl kir ku tevlî çeteyan bibin lê ez biçûk bûm û gotina min nedibihîstin. Ji ber ku bavê min jiyana xwe ji dest dabû gotina dawî ya wan bû. Qêrîna me ji bo wan bê sûd bû, heya ku hatin kuştin. Piştî salekê jî her sê birayên min di 40 rojî de hatin kuştin."

"Divê her kes vegere welatê xwe"

Zehra Mihemed derbarê çareseriya pirsgirêka Kampa Holê de ev tişt anî ziman: "Divê ku her kesê li vê kampê vegere welatê xwe, ger wiha nebe pirsgirêka vê kampê çareser nabe her wiha bûyerên kuştin û revandinê jî wê dewam bikin. Ji ber ku dema her kes vegere welatê xwe, wê bikaribin hişmendiya DAIŞ'ê di mejiyê xwe de biguherin, jiyan bikin û zarokên xwe di jîngeheke dûrî DAIŞ’ê, dûrî metirsiya xwîn û kuştinê mezin bikin. Divê ku zarok jî dûrî jîngeheke kuştin û şerê de bijîn."