“Serokên sazî û komeleyên girêdayî dewletê dibin kujerên me”
Jinên Şirnexê ku li ser zêdebûna cînayetên jinan ên li Şirnexê bi me re axivîn, diyar kirin ku cînayetan ji polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin qût nîn in û dan zanîn ku kiryar an cerdevan an jî ew kes in li saziyên dewletê dixebitin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex – Li Şirnexê di nava 4 rojan de 3 jê zarok 5 jin hatin qetilkirin. Li paş van cînayetên ku kiryar mêr in, çîroka tundî ya bi pergalî heye ku mirov nikare ji nedîtî ve bê. Li bajêr bûyerên kuştina jinan û êrişa zayendî ya li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe, li gel vê yekê piraniya kuştinan bi çeka cerdevaniyê pêk tê û ev yek jî fikaran dide avakirin.
Jinan bi çekên cerdevanan an jî dewletê hatin qetilkirin!
Kuştinên jinan ên di sala 2022’an de li ser çapemeniyê teyisîn wiha ne:
*Mihrîban Şengil: Mihrîban Şengil a li navçeya Qilebanê dijî, di nava meha Nîsanê de ji aliyê Metîn Şengîl ê hev berdabû, piştî rêya wê hat qutkirin bi tifengê hat qetilkirin. Keça Mihrîban a 8 salî ku li gel wê bû jî di encama guleyan de birîndar bû.
*Sakîne Kultur: Di meha Gulanê de li nêzî bajarokekî navçeya Silopiyayê di sergoyekî de bi awayekê ku îşkenceyê hatiye qetilkirin, hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de derket holê ku Sakîne li bajêr ji aliyê Midûrê Yekîneyên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve hatiye qetilkirin. Kujer Îbrahîm Barkîn di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku bi îşkenceyê Sakîne qetil kiriye.
*Fîrdevs Babat: Hate hîn bûn ku Fîrdevs Babat a ku cenazeyê wê rojên borî li Çemê Hêzil a li nêzî bajaroka Şenoba ya navçeya Qilabanê hat dîtin, ji aliyê kesê bi navê Ahmet Babat ve hatiye qetilkirin. Ahmet Babat ê ku di demeke kin de hat girtin, li xwe mikur hat û di laşê Fîrdevs de cihê 17 gule hatin dîtin. Di cînayeta ku gumanên destdirêjî jî hebûn de Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan hat qetilkirin.
*Leyla Karaaslan: Li Hezexê kesê bi navê Hasan Karaaslan bi şev di saet derdorê 03.00’an de piştî 3 keçên xwe yên xew dikirin, hevjîna xwe Leyla Karaaslan bi çekê qetil kir. Hasan Karaaslan ê ku tê îdiakirin şîzofreniyê ye, di qereqola çû de hat binçavkirin û şandin girtîgehê. Derket holê ku Leyla Karaaslan a hatî qetilkirin di tevahiya zewaca xwe ya 15 salan de rastî tundî û îşkenceyê hatiye.
“Em nikarin cînayetan ji polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin cuda bigrin dest”
Jinên Şirnexê bal kişandin ku bi polîtîkayên tên meşandin jin û ciwanên Kurd tên qetilkirin. Çalakvana TJA'yê Bêrîvan Kutlu bi şermezarkirina polîtîkayên qetlîam ên li ser jinên Kurd tên meşandin dest bi axaftina xwe kir. Berîvan Kutlu diyar kir ku kuştin di salên dawî de li herêmê gelek caran tên jiyîn û wiha got: “Em nikarin polîtîkayên qetlîam ên li ser jinan yên meşandin, ji polîtîkayên li ser gelê Kurd tên meşandin cuda bigrin dest. Kesên ku vê qetlîamê pêk tînin an jî di nav de cih digrin mêrên ku di saziyên giştî yên dewletê de dixebitin dibin. Dixwazin polîtîkayên xwe di her qada jiyana me de bi cih bikin. Îpek Er, Gulîstan Doku, bûyerên fuhuşê yên li Colemêrgê tên jiyîn ev hemû bi destê polîsên AKP’ê ve tên pêkanîn.”
“Serokên sazî û komeleyên girêdayî dewletê dibin kujerên me”
Berîvan Kutlu diyar kir ku pergal a nikare bi binçavkirin û girtinan gel bitirsîne, hewil dide bêesilkirin û bêçandiyê pêş bixe û got ku jinên Kurd jî bi çarçoveya van polîtîkayan de tên qetilkirin. Berîvan Kutlu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin jinên ciwan bi xwe ve girê dibin û ji çanda wan dur bixin. Ev polîtîka niha li Cizîrê tê meşandin. Divê di rewşên wiha de jin xwedî hişmend û birêxistin bin. Ev bi zanebûn li Kurdistanê tên meşandin, komele an jî saziyên girêdayî dewletê bi taybetî li vir tên avakirin. Serokên komeleyên vê saziyê jî dibin kujerên me.”
“Dibêjin em ê jina xwedî hişmedî qetil bikin”
Bêrîvan Kutlu ya herî dawî bang li jinan kir ku xwedî hişmedî bin û neyên xapandin, wiha got: “Kujerên jinan jî ji bo çav boyekirinê binçav dikin û piştî demeke kurt wan berdidin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van polîtîkayan dixwaze peyamekê bide jinan. Naxwazin jin xwedî hişmendî bin, dibêjin em ê jina ku xwedî hişmendî qetil bikin Dixwazin gelê Kurd tune bikin, bi vî rengî dixwazin jinên Kurd tune bikin û bêhişmendî bikin. Li dijî van peyama me zelal e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî van polîtîkayan bêdeng nemînin.”
“Em nêzîkatiyên dewletê yê li hemberî me dizanin”
Çalakvana din Beybun Aslan jî diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li Herêma Botanê li dijî jinan diyar e û divê jin di ferqa van nêzîkatiyan de bin.
“Di demên dawî de tundiya jinan û qirkirina jinan bi taybetî li Herêma Botanê berdewam dike û her ku diçe zêde dibe. Ev kesên yên jinan dikujin an jî yên dikujin diparêzin cerdevan an jî kesên ku di saziyeke dewletê de dixebitin in. Polîtîkayên ku dixwazin jinan ji qadan derxînin û bêhişmedî bikin tên meşandin. Em li dijî van polîtîkayan bêjin raweste û li dijî tiştên ku dewlet dixwaze li dijî me bike, rawestin. Ev polîtîkayan tenê mirin û tundiyê tîne.”