Li Kabîlê jinek hat qetilkirin

Li bendek a kontrolê ya li paytexta Afganistan Kabîlê jina ciwan Zeinab Abdullahi ji aliyê Talîbanan ve hat qetilkirin.

 
Navenda Nûçeyan - Tevgera Talîban piştî ku Tebaxa 2021’an Afganistan girt bindestê xwe bi awayekî giştî, di her warî de azadî û mafên jinan sînordar û pêre jî qetilkirinên jinan zêdebû. Li gorî vegotinên malbatê dema êvara pêşemê Zeinab Abdullahi vedigeriya mala xwe di wesayîtê de ji aliyê Talîbanan ve hat gulebarankirin û giran birîndarbû. Zeinab Abdullahi ya ji sînga xwe du gule xwar dema rakirin nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest da.  
“Piştî ku destura derbasbûnê dan wesayît gulebaran kirin” 
Li gorî vegotina malbatê jina ciwan a 25 salî dema li gel malbata xwe ji dawetê vedigeriyan mala xwe li benda kontrolê ya Talîbanan wesayîta wan rawestandin û piştî destura derbasbûna wesayîtê dan Talîbanan wesayît gulebaran kirin. Xwişka Zeinab Abdullahi Fatima Abdullahi da zanîn ku piştî venêrîna wesayîta wan kirin destura derbasbûnê dan û paşê jî gulebaran kirin. Fatima got: “Pir diyarbû ku leşkerên Talîbanan serxweşbûn.”
Hat zanîn ku hîna di derbarê bûyerê de kes nehatine girtin.