Li Kabîlê 4 jinên ku Talîbanê protesto kirin hatin girtin

Li Kabîlê 4 ji wan jinên ku li hember polîtîkayên dijî jinê yên Talîbanê çalakî li darxistin hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Jinên aktîvîst û ji BM yê Richard Bennett ji bo berdana jinan bangawazî kirin.

Navenda Nûçeyan- Talîbanê ku rêveberiya welat desteser kir, li hember jinan her cûre binpêkirinan bi kar tîne. Jinên Kabîlê bi armanca  sînordarkirin û dijminatiya jin a ku Talîbanê dike protesto bikin çalakî lidarxistin. Piştî çalakiyê 4 jin ji aliyê hêzên Talîbanê hatin girtin.

Li gor agahiyan jinên ku bi navê Fatemeh Mohammadi, Malali Hashemi, Ruqiye Saei ve Yaqut Mandage hatine girtin sewqî herema 13’emîn hatine kirin. Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Afganîstanê Richard Bennett li ser binçavkirina jinan bertek nîşan da û xwest Talîban demildest jinan berde.

Jinên aktîvîst yên ku li ser medyaya dîjîtal wêneyên jinên girtî weşandin jibo berdana jinan bangawazî kirin û bertek nîşanî polîtîkayên dijminatiya jin ên  Talîbanê dan.