Li Japonyayê li dijî zarokan êrîşa zayendî zêde dibe

Lêkolîneke ku li Japonyayê hat kirin nîşan da ku hejmara bûyerên îstismara derûnî û êrîşa zayendî yên li dijî zarokan di sala 2023’an de li gorî pêrar 6,1 zêde bûye. Hat diyarkirin ku Hejmara bûyeran bûye 122 hezar û 806.

Navenda Nûçeyan-

Ajansa Polîsê Neteweyî ya Japonya (Keisatsuço) Daneyên sala 2023'an ên sûcên li welêt li dijî zarokan hatine kirin eşkere kir. Li gor daneyan di sala 2023’an de êrîşên zayendî ên li dijî zarokan li gor pêrar sedî 6,1 zêde bûye.

Li Japonyayê di sala 2023’an de 122 hezar û 806 bûyerên êrîşa zayendî ji navendên şêwirmendiya zarokan re hatiye ragihandin. Hejmara lêpirsîna cezaî ya derbarê bûyeran de tê sazkirin, par li gor pêrar ji sedî 9,4 zêde bû û bû 2 hezar û 385.

Şîdeta derûnî û êrîşa zayendî ku ji sala 1990'î û vir ve li welêt her ku diçe zêde dibe sala borî cîhê xwe di rêza duyem de girt.