Li Iraqê semînera diyalogê ya ‘Pira Beşdarbûnê’
Rêxistina Mafên Mirovan "Nur al-Rahme", bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, bi hev anîna civak û biryarderan re ji bo nîqaşkirina rola jinan di jiyana siyasî û civakî de, semînerek diyalogê ya bi navê "Pira Beşdarbûnê" li dar xist.

NÛR EL-MERSOMÎ
Iraq – Jinên ku beşdarî semînera diyalogê ya têkildarî çawaniya bihêzkirina rola jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de bûn, balkişandin li ser girîngiya bihêzkirina jinan a siyasî û zêdekirina nûnertiya jinan a di hilbijartinên parlementoyê yên nêz dibe de. Beşdarvan, destnîşan kirin ku divê pirsgirêkên civakî yên bandorê li jin û zarokan dikin werin nîqaşkirin û di mekanîzmayên biryargirtinê de wekhevî bê misogerkirin.
Îro Rêxistina Mafên Mirovan "Nur al-Rahmah", bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, semînerek diyalogê ya bi navê "Pira Beşdariyê: Civîna Hevbandorî ya Di Navbera Civak û Biryarderan de" li dar xist.
‘Her çiqas nûnertiya jinan zêde dibe, hêza jinan a biryargirtinê jî zêde bibe’
Yek ji beşdarên semînerê Parêzer Sundus Abbas el-Taî, wiha axivî: “Semîrena îro li ser zanekirine bû. Bi taybetî li ser rolên jinan di civaka Iraqê de bû. Ji ber nêzbûna hilbijartinên parlamentoyê, ev hilbijartinan ji bo bibe otoriteya qanûndanînê ya herî bilind a welat, pir girîng e. Her çiqas nûnertiya jinan zêde dibe, hêza jinan a biryargirtinê jî zêde dibe. Armanca bingehîn a vê semînerê, berfirehkirina beşdariya jinan û wekheviya jin û mêran e.”
Sundus Abbas el-Taî, axaftina xwe wiha domand: "Jin di civakê de rolên pir girîng dilîzin. Jin nîvê civakê pêktînin. Me dît ku gelek jin di pêvajoya nû ya parlamentoyê de ji bo qezençkirin û beşdariya hilbijartinê hewildanên mezin didin. Ev rewş, nîşan dide zanebûna siyasî û civakî ya jinan zêde bûye. Zêdebûna hejmara namzetên jin, têkildarî pêşketina rola jinan a li Iraqê nîşaneyek erênî ye. Êdî siyaset ne tenê aydê mêran e, ev yek li welat di aliyê hevsengî û beşdariya rasteqîn de gavek girîng e.”
‘Em daxwaz dikin hemû astengiyên li pêşiya jinan bên rakirin’
Seroka Rêxistina Alîkariya Mirovî ya "Aştiya Kesk" û Dîrektor û Endama Lijneya Rêveber a Karûbarên Jin û Zarokan a Federasyona Sendîkayên Iraqê Amal el-Ezzawî, jî wiha axivî: “Semînera îro têkildarî beşdariya hevseng a jin û mêran û pêvajoya biryargirtinê ya di mijarên siyasî de bû. Em hêvî dikin ku hemû astengiyên li pêşiya jinan bê rakirin.”
‘Em hêvî dikin ku dengê me bê bihîstin’
Aktîvîsta civaka sivîl Emîna Ehmed Huseyîn jî wiha got: "Di dema semînerê de, me daxwaz kir ku hin mijarên mîna têkoşîna li dijî madeyên hişber û mezhebperestiyê û guhertina qanûnên der barê jin û zarokan bên dest girtin. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihîstin."
‘Divê hikûmeta Iraqê daxwazên jinan jî bicîhbîne’
Rojnamevan Ban Mazhar el-Janabî jî da zanîn ku semînera îro der barê maf û statuya jinan de bû û got: “Me li ser gelek mijaran mîna mafên jin û zarokan û belvabûna madeya hişbir axivîn. Em hêvî dikin ku hikûmeta Iraqê ne tenê dengê jinan bibihîze, di heman demê de daxwazên wan jî bicîhbîne."