Li Iraqê meşa ji bo piştgiriya bi gelên Filistîn û Lubnanê re

Bi sedan Iraqiyên ku tevli mitînga girseyî bûn, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelên Filistîn û Lubnanê.

Iraq – Konseya Bilind a Ciwanan roja 1’ê Mijdarê bi daxwaza bi dawîkirina êrişkariya Îsraîlê ya li ser gelên Filistîn û Lubnanê Meşa Sor li dar xistin.

Konseya Bilind a ku ji Koma Guherîna Avhewayê ya Neteweyî, Koma Dîjîtal a Neteweyî, Koma Sefîrên Ciwan û ji komên din pêk dihat; ji bo şermezarkirina êrişkariya li ser gelên Filistîn û Lubanê, li Bexda ya paytexta Iraqê meşeke girseyî li dar xistin.

Aktivîsta sivîl Atiyaf Jassîm a ji bajarê Salahedînê beşdarî meşê bû, got: “Îro ji bo em piştgiriyê bidin doza Filistîn û Lubanê û bûyerên diqewimin, qirkirina li ser gel şermezar bikin hatin vê derê. Li van herdu welatan hemû mafên mirovan, bi taybetî jin û zarokan hatine binpêkirin.”

‘Divê xwîna diherike raweste’

Jassîm diyar kir ku gelê Iraqê her dem piştgiriyê dide doza herdu gelan û wiha got: “Doza wan, doza me ye, em ê bi nobet û alîkariyê piştgiriya xwe bidomînin û em li benda gelên Filistîn û Lubnanê ku werin welatê xwe yê duyemîn Iraqê.”

Ji Tuzxurmatuyê jî aktivîsta sivîl Ayah Huseyîn got: “Îro ji bo em piştgiriyê bidin gelên Filistîn û Lubnanê tevli meşa ji bo piştgiriyê bûne.”

Koma Konseya Bilind a Ciwanan, êrişên li ser gelên Filistîn û Lubnanê şermezar kir û bi dirûşmên li dijî êriş û binpêkirinan bal kişand ku divê xwîna diherike raweste.