Li Yemenê lûtkeya Jinan: Dengê jinan ji bo aştî û edaletê platformek e
Jinên Yemenî, bi kelecanek mezin li benda 8’emîn Lûtkeya Jinan in. Lûtke platforma maf û têkoşîna ji bo aştî, aborî, edalet û avhewayê ye û derfetên veguherandina daxwazên civakê ji bo gavên şênber pêşkêş dike tê qebûlkirin.
FATMA REŞAD
Aden – Her sal jinên Yemenî di lûtkeya jinan de a ji aliyê Weqfa Vojood a di qada ewlehiya mirovan de xebatê dimeşîne tê lidarxistin de li hev dicivin û mijarên lezgîn nîqaş dikin. Lûtkeya jinan, di heman demê de bi Kampanyaya 16 Rojan a li Dijî Tundiya li Ser Jinan re tê lidarxistin.
Rêvebera Weqfa Vojood Maha Avad a der barê çalakiyên lûtkeyê de axivî, wiha got: "Lûtkeya jinan însiyatîfa jinan a herî mezin û berbiçav e nasnameya tevgera jinan bi şêwe dike û xwedî aliyekî mafên esasî û stratejîk e. Ev lûtke, nîşan dide ku di aliyê kûrkirina xebata siyasî û civakî de gelek tiştên divê bên kirin hene.”
Maha Avad, diyar kir ku lûtke dê du rojan bidome û li ser mijarên sereke yên mîna avakirina aştiya neteweyî, pêvajoya siyasî, aborî, edaleta veguhêz û parastina mafên jinan nîqaş bike û wiha axivî: “Her wiha di lûtkeyê de mijarên mîna guherîna avhewayê û edaleta avhewayê, parastina qada sivîl û rola bazara taybet di zêdekirina beşdariya jinan de jî dê bê nîqaşkirin.”
‘Ji bo jinên Yemenê derfetek girîng e’
Maha Avad, destnîşan kir ku lûtke bi rêbaza înteraktîf hatiye meşandin û bi raya vê yekê di nava beşdaran de dosya bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Maha Avad, wiha got: "Vê rêbazê beşdariyek berfireh a neteweyî û navneteweyî da misogerkirin. Rêxistinên navneteweyî jî eleqeyek mezin nîşanî lûtkeyê didin. Ev têkilî, ji bo jinên Yemenî bi awayê herî rast pirsgirêkên xwe bînin ziman, derfetek rasteqîn pêşkêş dike. Di dawiya lûtkeyê de, daxuyaniyek bi navê "Daxuyaniya Adenê" dê were weşandin.”
‘Em di her lûtkeyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin’
Maha Avad, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha ber bi 8’êmîn Lûtkeya Jinan ve diçin û hêvî dikin bêyî astengî yan sînorkirinê derbas bibe. Em di her lûtkeyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin lê em ê vê carê hewl didin wan bi awayekî herî baş derbas bikin."
Maha Avad, der batê lûtkeyê û encamên wê de wiha axivî: "Tiştê ku herî zêde bi lûtkeya jinan ve girêdayî ye, encamên ku ji nêrîn, raman û perspektîfên hevpar ên di navbera beşdaran de derdikevin e. Ez dixwazim diyar bikim ku bi qasî jinên ciwan mêr û ciwan jî beşdariyek cuda nîşan didin. Lewma qalîbek tenê nîn e û pênaseya beşdarbûnê girîng e."
Maha Avad, destnîşan kir ku beşdarbûna di lûtkeya Yemenê de di aliyê temen, pîşe, rol û cihêrengiya erdnîgarî de xwedî yelpazeyek berfireh e û diyar kir ku ev cihêrengî ji bo misogerkirina tu alî neyê vederkirin pir girîng e. Maha Avad, da zanîn ku ev cihêrengî bingeha encamên lûtkeyê ava dike û komîteya koordînasyonê van encaman ji serokatiya siyasî bigre heta wezîran û hikûmetê ji hemû aliyên têkildar re radigihîne.
Maha Avad, da zanîn ku divê encamên lûtkeyê bi awayekî cidî bên bicihanîn û got: “Ji ber ku ev encam dengê gel e û rasterast bi jiyana wan a rojane ve girêdayî ne. Pirsgirêkên mîna aborî, rewşa girtî û esîran, parastina qadên sivîlan û vekirina riyan rasterast bandorê li jiyana welatiyan dikin.”
Daxwazên ‘Şoreşa Jinan’
Maha Avad, bal kişand ser girîngiya girêdana encamên lûtkeyên berê yên bi bûyerên civakî yên heyî yên li Yemenê re û axaftina xwe wiha domand: “Îsal jinên li gelek bajaran daketin kolanan û daxwaza jiyana baş û dabînkirina xizmetên bingehîn kirin. Xwepêşandan û tevgera jinan, îsal ji aliyê jinan ve bi awayekî berbiçavtir hatin birêvebirin û daxwaz dişibin daxwazên ku di lûtkeya jinan a berê de hatine pêşkêşkirin. Hinek tedbîrên ku ji aliyê lûtkeyê ve hatin pêşniyarkirin hene. Mînak kêmkirina bihayê her tiştî, di nava daxwazên ku ji aliyê beşdaran ve hat diyar dikirin de bû. Ev rewş, lihevhatina tevgera gel bi encamên lûtkeyê re nîşan dide.”
Maha Avad, diyar kir ku weşandina daxuyaniyek bi navê lûtkeyê gaveke erênî ye lê belê ya herî girîng ew e ku ev daxuyanî veguherin gavên berbiçav di jiyana rojane de. Maha Avad, da zanîn ku divê ev gav zehmetiyên ku gel bi wan re rû bi rû dimînin sivik bike û qeyranên debarê sivik bikin. Maha Avad, diyar kir ku pêşniyarên ji aliyê lûtkeyê ve hatine kirin bi çarçoveyek rêxistinkirî ya xebatê de tên pêşkêşkirin û got: “Bi xebatên xwe armanca me ew e ku em pêşniyarên di daxuyaniya Adenê de di demek zû de bi zimanên Erebî û Îngilîzî bi riyên din werin belavkirin.”
Jinên Yemenî bi kelecanek mezin li benda 8’emîn Lûtkeya Jinan in
Maha Avad, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Civaka navneteweyî eleqeyek mezin nîşanî vê daxuyaniyê da û ji bo encam û pêşniyaran daxwazên berdewam girtin. Lê belê veguherandina van encaman ji bo rastiyê, hê riyeke dirêj li pêşiya me ye û ji bo vê yekê pêdivî bi îradeyek siyasî ya girîng û piştgiriya misogerkirina guhertinê li ser qadê heye.”
Îsal, jinên Yemenî bi kelecanek mezin li benda 8’emîn Lûtkeya Jinan in. Çavên hemû kesan, li welatekî ku ji ber pevçûnan hilweşiya, mîsogerkirina edaleta mirovî ye. Rewşa aborî ya xirab hemû kesan anîn rewşa li benda reforman lê belê jin hê jî dibin mexdûrên herî mezin ên qeyranan.
Jinên Yemenê, beriya destpêkirina lûtkeyê, hêviyên xwe tînin ziman, bi hêvî ne ku ev lûtke deriyê çareseriyên pirsgirêkên çaresernebûyî vedike û derfeta jiyana bi ewle ya bi hêzkirin, alîkarî û aştiyê pêşkêş dike.