Li Iraqê li dijî guhertina di zagona kesî de wê çalakî werin lidarxistin

Di çerçoveya nerazîbûnên li dijî guhertina di zagona kesî de, biryar hat girtin ku îro li gelek bajarên Iraqê çalakî werin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Partiyên Şiî yên Iraqê ji bo hinek guhertinan di Zagona Kesane de bikin pêşniyarên zagonî kirin. Pêşnûmeya zagonê di civîna 24’ê Tîrmehê ya Parlamentoya Iraqê de hat pêşniyarkirin, di pêşniyarê de hat xwestin ku temenê zewacê ji 18 salî dakeve 9 salî. Nerazîbûnên li dijî vê yekê her ku diçe zêde dibin. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, zagon mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de. Hejmarek rêxistin, hêzên sivîl, çalakvan û jinan pêk tên, ragihand ku wê li gelek bajarên Iraqê li dijî pêşniyara guhertina di zagonî de xwepêşandan were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî guhertina di zagonê de wê îro danê êvarê li Bexda, Besra, Kerkûk, Necef, Dîwaniye, Babîl û Zîqarê çalakî werin lidarxistin.

Di Heman daxuyaniyê de bang li parlamentoyê hat kirin ku biryar bê nîqaş were redkirin û wiha hat gotin: “Ev guhertin wê Iraqê, malbat û civakan ji hev cuda dike, li dijî mafên mirovan e, bi taybetî mafên jinan. Jin û zarokên keçan ji mîras û mafên din bêpar dike û ji bilî vê ev guhertin rê dide zewaca zarokên keç di bin temenê 10 salî de.”

Endamê hevpeymanê Înas Cebar wiha got: “Em dixwazin parlamento bê nîqaş guhertina zagonê red bike. Ji ber ku her çend ev 6-10 sal in zagona kesî li Iraqê tê bikaranîn, tu pirsgirêk derneketine lê belê wê ev guherîn pirsgirêkan çêbike.”