Li Iraqê di nava hefteyekê de 741 'tundûtûjiya nava malê' qewimîn

Di demek ku li seranserê cîhanê jin li dijî her cure şîdetê daketin kolanan, li Iraqê di hefteyekê de 741 jin ji aliyê zilamê herî nêzî xwe ve rastî tundiyê hatin.

Navenda Nûçeyan – Jinan bi çalakiyên xwe yên di asta cîhanî de lidar xistin di 25’ê Mijdarê û tevahî hefteya pêş wê li dijî her cure tundiya li ser jinê dadikevin kolanan. Li Iraqa ku yek ji wan welatan e ku li Rojhilata Navîn tundiya li ser jinan bi tundî tê dîtin û ev çend sal in bi dagirkerî, şer, qeyrana rêveberiyê û krîza aborî re têdikoşe, daneyên di hefteya dawî de ji welat derketine holê fikaran ava dike. Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Iraqê di hefteya dawî de 741 jin li malên xwe rastî tundiyê hatine û serî li saziyên fermî dane.

Wezareta Navxweyî ya Iraqê ragihand ku di navbera 20-26 Mijdarê de li Iraqê 741 bûyerên tundûtûjiya nav malê hatine tomarkirin. 

Her wiha tê texmînkirin ku di 25 rojên destpêkê yên Mijdara 2022’an de li Iraq û Başurê Kurdistanê tenê di bin navê ‘namûsê’ de zêdetirî 11 jin hatine qetilkirin.